A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Tefre û Çaw û Rawî Pif Helldiraw
109 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Tefre û Çaw û Rawî Pif Helldiraw

Bitzanyaye gorr e serencamî jînî to
Errizê le jêr gilla qed û balla û surînî to
Namênê xall û mîl û dem û pêkenînî to
Dillit nedeşkandim

Bitzanyaye cameyekî caw le ber ekey
Tellqînî kiwêrekan e le cêy dengî nay û ney
Lew cêge teng û tare be tenhayî helldekey
Le xot nedeterandim

Bitzanyaye dest le milanî beyanîyan
çend xoş e, ta le gorr exizêy, mestîy têkxizan
çarey be nezm û bezm e, xemî gerduşî cîhan
Wa ratnedeperrandim

Bitzanyaye ciwanî guzergahî pîrî ye
Mergîş kutupirrêk e, diwa napedêrî ye
Emrro ewey be ciwan ebirrê destgîrî ye
Ciwanît pê deniwandim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê