A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qudbedîn Kerboranî - Dews
177 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qudbedîn Kerboranî - Dews

Rebena diya min
Her roj
Bi berbanga
Sibê re
Bi êş û kulan
Dimeyand
Zarokatîya min.
Ji bo
Emrekî saleh
û
Jiyaneneke bextewar
Nivişt û ayetên Quranê girê didan
Bi dergûşa min ve
Her êvara înê
Sê nanê pisî
Ku bi hevîrtirşê îmana qewîn
Hatibûn çêkirin
Bi dîwarê mezelê ve didaleqand.
Lê ne ez kerî
Dinyayê bûm
û
Ne rebena diya min gihişt
Meqsed û miradan.
Her tim dews û hêmaya
Êşên welatê min
Bi enîya min ve zeliqî man.

02.07.2015
(Piştî nimêja sibehê)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?