A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Kul 1 (Bê)
1752 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Kul 1 (Bê)

li min vegere
kulê…
roj berî rojeke kesk
bi kulman
êvaran ji min re bîne
bi hembêzan bajaran
ji min re bîne
“yadê” gotina ewilîn a zarokan
hejîran
dîlanan
newrozan…

xerîbê
çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn
ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn
xwîn misîn
bêdengî har, barbar, zinar
şev di êşa law de xelîl birahîm (im)
roj di êşa bav de simaîl (im)
êvar qurban

tik î tenê
bê sî jî
bi fereke dil
bi teşqele
bi kul
di nava destên min de can bide
naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin
ez ê li ber te kevim
van keserên xwe yên qilêrî
bi çavên xwe yên bawî
çendîn li benda hatina te me bi teresî
bê…
an na
wê xortanî ber bavê
/her ku ez li awêneyan dinihêrim
rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin
mijan li wechê te mayinde kon vegirtine
di rojên zelal û sibehên xunavîn de/
bikeve qeraxa rê
bide tengala bê
û

tagirtî
ji rehên laşê xwe yên tije xwê
amade kirine ji te re min benikên tayê
sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim
di bin çeng de bi xwe re digerînim
te ji kesên nexwendî dipirsim
geometriya gulê nizanin
lê tu, bi dev û lêv, stû û rû
pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê
bê…
bi şiva bejna xwe
li koza deriyê berxikên min xe
ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te
ji bişkulên şil
morîk rêzkirine min li gerdena xwe
çeman
ji kerban
perîkên avên xwe rûçikandin
tu nehatî
dilketî xurifîn
tu nehatî
dest avêtin namûsa hechecîkan
tu cardin nehatî
hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin
tu dîsa nehatî
ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? …
ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? …
hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu axx bê! …
şev û roj li min hatine xezebê de haaa! …
tu li ku ma
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê