A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Bi Tenê Ew Dizanin
635 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Bi Tenê Ew Dizanin

Bi tenê
Periyên çavkaniyên Dîcle w Firatê
Zanin dastana me bistrên.
Serpêhatiya me bêjin
Ji Bavê tarîxê şarezatir.

Periyê çavkaniyên Dîcle w Firatê
Ma bera qey perî ne!? ..
Çavên wan ji terazinê Araratê
Ku bi kerem biharê difûrîne
Di gêdûka zivistanan
Li jiyana me.

Me xwe spart wan
Wan bext dane me
Tenê ew li me xayîn negeryan
Ne, em dan destê cellad
Ne, laşê me hiştin li ber keftara
Û rûreşiya
mezinahiya bi înkara me
Li xwe nekirin.

Em jî ne qelsemêr bûn ha!
Me,
jinemêr
ji xwîna xwe ya sorgevez
Gewlaz bi gewlaz gul afirand
Û danî
Ber taca
Wan

Navê yekê Serbestî ye
Bejna wê zirav e, ji şaxa takrihanê
Navê ya dî Serxwebûn e
Lamên di hinarîkan
Sorgul in di berfa zozanên Şerefdîna
Di nîveka zivistanê.
Gava têkoşerên ronahiyê dikevin govendê
Ew di milê wan de
Dikişînin serê dîlanê.

*Ji Milkê Evînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê