A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Dîcle û Firat (Mezopotamya)
370 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Dîcle û Firat (Mezopotamya)

Di hembêza Firat û dipalşila Dîclê de
Axek hêşîn bû seraser
Bi berrî û deşt, konik û pehnav
Bi çiyayên bilindû geliyên kûr
Xakek bikûrahî zayok
Erdek li berayî bi xêrûbêr
Xweza bi şîranî li vê der
Dergûşa pitika şarsaniyetê
Hejand bi evînî, bi nazdarî
Gel tê de afirîn, gel tê de rabûn
Gel ku mora xwe li sînga
Zanîn û şarsaniyeta mirovî xistin
Le hê jî kes nizane ka gelo
Bi ku ve çûn
An ji ku hatin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê