A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sabah Kara - Nisêbîn (1)
155 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sabah Kara - Nisêbîn (1)

Divê ez pîramîdekê ava bikim ji kevirên huznê yên ku
(min di şevên te de birrîne
Ji fir`ewnên hevdem re mezel û şahid ji mezlûmiyata
min re)
û ji bo ku mêras bimînê nefreta ji zilmê ji dawiyan re
Divê ez bi xwîna sor tevbidim xerca wê
û ez li dîwarên wê qisseta
Benî îsraîlê hevdem (neqş bikim
Darên xurmê yên fir` ewnî weku darên îdamê
û dest û piyê me yên ku çeprastkî hatine birrîn
(Ku her yek li derekê ne
Piyê me
Milê me
Serê me
Bedena me
Ku her yek li derekê ne)
û xwîna me ku qedeh qedeh tête vexwarin
mîna şerabê)
û bi dîtina kirasê te yê zîlletê ku tu nikarî
Pişkokê têlsincikiyê wî biqetînî û jixwe kî
Divê ez biqetînim pişkokê kirasê xwe yê teng ku (sînga
min digivêşe
û ji misreyên xwe laleyan neqş bikim rêz rêz (ji rengê
xwînê
(Mîna laleyên ku me xwe j `têlsincikan dirêj dikir û
(diçinîn ji mayinistanê)
Divê ez qelema xwe binoqînim di xwîna mezlûman de
û bi misreyê xwe yên agir û pêt bişewitînim
dezgeha zilmê )
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?