A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Nextê Mirinê
258 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Nextê Mirinê

-ji Kawa Nemir re, ji ber ku helbestkar janeke nenas bû-

I.
ev Çileyeke veciniqî ye ji hariya dilê min ve
diheciqin kewên li ser stûnan
kovan bi kovan derbas dibin li ser laşê min
tîp bi tîp, bîranîn li ser bîranînê
nanê min jî nayê gezkirin bi didanên min
derbendek… belam derbendek…

mehtika min li nav newaleke berfînî maye asê
xew û kew têkçûnên belaş in li vê berfenewalê
mirin jî wey evîneke bendewar, tûj, qedexe û pîroz...
ez ê çi bi serê xwe ‘kim, newalê!..
xwelî li serê xwe dabike
xwelî li serê wan dabikim..!
-ne bi ser xêrê-
min xwestibû bisekitînim ez van gunehên xunavî
lê min nedizanî tu daxwazkuj î…

olan û leylan nayên ji newala berfînî
kanî Çiya?
li ku ma Çiya?
mirinên min bûne liyan li nava vê berfê
xwe dixîzikînin
şil û pil dibin,
dilewitin…
lêêê, poreberf dibim…

bo giyanê çivîkangûta bî
nebêje ev çi dilreşî ye!
nebêje ne serxwet im, xwîniyê!

xweavêtina bextê xama di dest Xanî
xweavêtina textê Mîrê Kordunde
zimanê min ê kevirbêj
di kuna pirê de asê maye
axx, ez ê çawa
kedî bikim vê berfê!?

II.
min nextê mirinê da te
ew next ji da û dapîran mabû ji min re
ji min re tiştek nemabû
ji xeynî payîna tavikan…
navê keviyên biharê tarûmar
tim poreberf in êdî newalên mirinê
di tûrê dadê ji min re dagirtî de
nanê kilor, penîrê spilkê hebû
li min bû qapûtekî kîp
di destên min ên zîz de
seneda nextê mirinê
seneda xwexwarinê…

nemaye mefera dawîlêanîna têkçûnê
nemaye di destên bavê min de hêviyên çîrokbêj
ez jî windayekî kuştî, kuştiyeke azad

rojê pênc danan şewatek im
sê danan di berfenewalê de azadiyeke xewas im
serê min hevîrê hêviyê distire
ev bû biryara te
ev bû kiryara te

III.
tirbeqefesa min, lêêê
li ber goristanên
da û dapîrên kezebperitî
tu dizanî çi qasî sar e
kemîna marên xerabat

qapûtê min ê kîp?
çi pê bû?

çûyîna min
ne bişkuvîna rîhanan e
bi çend dem û dewran in
ez têm û diçim
dibezim û diçim
direvim û têm
hedar nayê û diçim
hedar nayê û direvim
bi tenê
gilîpirseke min heye:
çima dil dibe dîlê xwelîdanka evînkujan?

di rêzikên çarenûsê de wiha dinivîse:
“ji qal û belayê de her cure daxwaz heye
di çavvekirinê de daxwaza mirinan tune”
fermanek Kurdistanî
baneşanek zayendî

lê ew çûn, ew diçin
ew ê ilehî biçin qey?
loloooyên wan çûn pîrozbahiya mirinê,
lêlêêêyên wan bûn bûka mêtingeran!

nagere zarê min ê zargotiner:
ez dehf didim bêhêvîtiyê
min dehf didin çîrokbêjên mirinê…

(Berfanbar 2011 / Sêrt)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?