A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şepal Hêvo - Saloxdaneke Şikeva
91 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şepal Hêvo - Saloxdaneke Şikeva

Tu li hêlekê
Ez li hêlekê
û di navber a me de
Du kêl bang didin
Tê bîra min...
çaxê ku xwîn di dêmên me de şîn dibûn
çaxê ku xêzanî xwe paye dikir li ser masa birçîbûna me
çaxê ku me digo qey evîn şekireke û di hemû cejnan de nabe para me
Erê gulê
Kes ne bû ku bînberdana meyî tewşo mewşo bixwîne
Tenê gazineke gêj di serê me de digeriya.
Tu li hêlekê
Ez li hêlekê
û di navbera me de
Hewareke deng ketî guhan qul dike
Ne tu
Ne ez
zanîbûn ku emê bibin cêwiyê êşeke şor
Erê gulê
Ne şev me himbêz dike
Ne jî roj bi me şa dibe.

Tu li hêlekê
Ez li hêlekê
û di navbera me de
Helbesteke xwas girî distire
Kenê qaçax te bire kû
Dê gotinan şiyar bike
Bila çengên AHORAMEZDA bişikin
Bila zarok bi me bikenin
Erê gulê
Evîn a te ji xwêdana şagirtan tîrtire
di sorbûna dilê min de
rengekî har e
li navê xwe diger e.
tu li hêlekê
ez li hêlekê
û di navbera me de
sitraneke sêwî dûrbûnê note dike
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê