A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrîn Gêlo - Bibar
119 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrîn Gêlo - Bibar

(( Bi evînek mezin welatê me dibe xanîkekî biçûk ez û te derdan di nav dîwarên vê malê de dilorînin ))

Gurzek kulîlk ji riwê min
û kevçîk hingiv ji çavên te
wê çar dîwarên bela
bi ber hev de bînin
ji evîna me re bike mal
jînê di nav lêvên me de bike peyal

Tê min di siya baskên xwe de veşêre
di himbêza xwe de ji min re
çê ke welatekî tê de ne penaber bim
û ezê nêrgizan yek bi yek
ji helbestê evîna te bidim hev
ta bikim ewrekî sipî
ji çar dîwarê xanîkê me re
bikim ban
jînê di çavên xwe û te de
bikim gulan
bila stûna konê me
di axa vî welatî de bibe dar
mîna konên mihacira
ji bîra min bibe cano
şerê bira
girtiyên zindana li ber
destê mar û gura
û
gorên sê pakrewana
di navbera du sînoran de
dikin dîlana newrozan
li ser serê gira
were ji min re bibe bav û bira
ji van derda tenê carek
bixwazim xatira
ey stona konê mino
rengê roka ala mino
keskahiya zeviyên welatê mino

weke evîneke mezin bibar
yaseya demê bixapîne û bibar
weke rondikên yara bibar
ji berfê re bibe zinar
weke girî û şahiyê bibar
wek ken û êşê
weke cejnê
li ser lêvên zarokên jînê
weke şahî û mizgînê bibar
van payîza bike buhar

ji xêzikên vê zemînê bişo
bêhna sêvan li tev xerdela dijwar
li ser tirafa zindana şewitî
û sînemê bibar
di êvarên newrozan de
di sînga dijmin de
bibe pêt û ar.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê