A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrkoh Hopo - Amûdê
232 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrkoh Hopo - Amûdê

Her pîremêrek dipeyive
Amûdê …
Digel tinebûna min
Têt berçavê min
Ew firokên bumbebarî
Ew ar û dûman
AMûDÊ kirin ROMA diwem
Lê hêjî daneket serçogan
Ma pêdar …
Berxwedana jiyanê berdewam kir
û hêjî berdewam e
Digel ku ...
Bi sedan suxtêd xwe kir bexş û gorî
Bûn goriyên çi..?
û diber kê de ..?

* * *

Amûdê ...
Ji jiyanê cuda nabî tu
Dayik hê hene ...
Landikan dihejînin ...
Bi ken û şahî
Stêrî ...
Di asîmanê cîhan û gerdûn de
Tu mêwî ...
Di dara jînêd
Her çavsor bi kerb û kîn ...
Dinêrin ...
Bi fort û diran qiriçandin
Liser hespa sitemê amadene
Bo hêriş ...
Hêrişkirina berbata jiyanê
Te veçirînin ...
şap nîne te bi bertekin
çunkî kurênte ...
Rûbarîwan konevanî çekdarin

***

Dizanî...?!
çi şeydayê sobelanîme
Bilez berî didim çem
Ew çemê di hinavêted dibûre ...
Wekî damarên xwînê
çawa can bêxwîn dijî ...?
Nizanim ...
çawa gotin lihev tên ...!
û ez çi bêjim
çemê Amûdêy beraz kuştî ...
An .......
çe ......!!!!!!!
Rad´westim ...
Dîtin û nêrîn ...
Kela dilê min vê gavê bi ajaw ...
Vedimre û sardibe
Bê avreşandin

* * *

şarê min ...
Ho zayîna rozgarê
Cihê xebatkar û kungeran
çiqas xebatkir ...
û dawî ...
Rûnişt di qundisê de
Naa ...
Neçûye bertelef ew xebat
Ne rûniştiye dest liber rû
şewat û suxte ...
Pir arên nayin gotin
Di erşîvên milet de parastîne
Bi dîrok û rojname
û tu ji helbestêd min re jiyane

* * *

Amûdê ...
Jîn têt xepartin ...
Bi sitêrên jehrewî ...!
Ser dara jîna te dixwîne ...
Wekî kundekî ...
Sîperê baskşikestî
û tu mijûlî ...
Bi dermankirina baskêd wî
Bi zor xinizî ...
Pif dike şemala te
Divêt tinebikî ji gerdûn ...
Ruhniya tey geş
Heya ji taristana xwey kirêt
Qencî ..neqencî ...
Weke hevin linik nezanan
Tim findî ...
Findeke gerdûnîye venamirî

în, 07.06.1991
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê