Seydayê Tîrêj - Ciwan û Kejê (Destan)
Di wextê Kevin de,heyamê berê
Dli bajarê Amed hebû yek merî
Bi nave Ciwan ew bi nav û deng
Xwedî gurz û mertal û şûr û tifeng
Nêçîrvanê wehş û teba bû Ciwan
Li çol û çiya bû bi roj û şevan
Ne dibhîst tu deng,bil ji yêd bilbilan
Dikir geşt û seyran di nêv sorgulan
Vexwarina wî her dem ji avên zelal
û xwarin ji goştê kewan û xezal
Ewî ha ji bayê felek qet nebû
Bi şahî û xweşbû di gel xem nebû
Mixabin nekir dom bi wî re felek
Ji nişkave lê wergerandî kelek
Ketî nîva perwane û lengeran
Sere wî kete qal û baled giran
Ji mervêd Kevin min bihîst bê gûman
Bi vî reng û hawî we gotî Ciwan
Destpêk
Bihar e, hemî koh û deşt û zinar
Newal û nehêl çi sirt û pesar
çi Kendal û berpal û kortal û dir
Zerîb û diyar û çîmen hem jî gir
Weha renge panav û lat tev de hişîn
Ji gul,çîçek û nêrgiz û yasemîn
Binefş û qewan û rehana du pel
Qedîf û sîmen,berbiroj û nefel
Êvarê li bane dibit ewreav
Li rû gul-giya jê dibare xunav
Tîrêjên di rojê xwe davêjne ser
Kulîlk û giya tev diçrisin li ber
çivîk û quling,bilbil û endelîb
Di gel hev dinalin bi dengêd xerîb
şelûr û kevok,tîtî û bazbelek
Dikin geşt û seyran bi perwaz û lek
Ji sib ta bi êvar,ji şeb ta seher
Di nav gul-giyan ew dikin ceng û şer
Heyamê me bûrî li çol û çiyan
Li nêçîra wehş û teba koviyan
çi binvîse Yezdan li enya mirî
Nîne jêre çare wê bête serî
Sibê min tifina xwe avête mil
Nêçîra pezê kovî,min kirye dil
Demek ez digeryam li çol û çiyan
Li war û guhêr û cihê koviyan
Diwestim,rûniştim li ser tehtekê
Ji nişka min dî ku li ber latekê
Beranek ji kovî li wê der mexel
Berê wî li tahta ku ez lê di gel
Hêdî rûdiniştim li ser çoge ling
Ji milê xwe anîbû xwar min tifing
Deqa enyê min ji xwer kir hedef
Cobarên xwînê min dî derbûn ji dev
Demek pir neçû wî birîn bûye sar
Ji lata bilind ew beran hate xwar
Hêdî ez dihatim min rahişte ling
Min besta bi bend ew bi darê tifing
Bi kêf û xweşî min beran birye mal
Mixabin nizanî me dawî çi hal
Dema leşkerê reş xuyabû ji şerq
Sîpahêd royê ku ji ber bûn du şeq
Demek şer kirin,xwîn meşî rengê zab
Wekî cenga Ristem û Efrasiyab
Ji her herdu cihan laş ketin bê jimar
Sipahêd royê bûn ji hev tar û mar
şahê roj esîr kirne,girtin bi dest
Sîpahêd royê tev ji ber wan şikest
şahê reş dibû padîşahê cîhan
û loksê xwe danîn di nêv asîman
Sere xwe min danî ji westa gerê
Di xew de min qîzek didî wek çirê
Tilî,dest ji mûm in û neynûk sedef
Bejin orte ye,ten sipî rengê berf
çilakî ye poz wek bilûra şivan
Awir çav ji tîrin û ebrû kevan
Enî fenere,dêm ji sêvê Xelat
şekirlêv ji kaniya der ava heyat
Diran wek birinc e û dev xuncegul
Kohê Hewlêr û Cûdî ne herdû mil
û sîng deşte, tê de bihişta îrem
Deqek lê wekî kevirê beyta herem
û gerden ji came, mewîj têd xuya
Beden baxê Berzan e,ber nû giya
Ji pesnê wê sêsed ziman lal dibî
Ji nîva wê nehsed ciwan kal dibî
Bi ber min ve hat go:ey bê mecal
Ji bo çi te kuşt ew beranê şepal
Wê awirek li min da bi kêf û ken
Got:ev heyf û tola beranê reben
Ku seltem seraser ji min dil revand
Wekî şêxê Sen`an min Tîles çirand
Kirim bend û reswa didam ber şegan
Kirim ez şivanê beraz û segan
Min destê xwe avête dawa kiras
Bi hêvî min gotê:bi min xwe binas
Bi lavlav û dîlek bi hêvî û tewq
Ku destê xwe kirbû li gerden me tewq
Di xew de gelek tewqe kirbû min jê
Heta gote min,ez bi navê Kejê
Dia min bi navê Perîşan bizan
Keleş hem min bav e gelek mihrevan
Li ba ket ji cem min bi derket meşî
Kire laş û canêm hezar naxweşî
Sibê ku şiyar bûm ji xew qet ne dî
Ne kûs û ne kes,ne keça Amedî
Wekî dîn û hara helestim piya
Ku dengê min guh kirne bav û diyan
Bi ber min bezîne çi bav û çi da
Diya min digot:can ji bo te feda
Hinav û dilê dê bi gorî çi ye
Ji xewna çi xewn e,te îşev diye
Wekî ku min dî bû ji wêr e min got
Got:bes ey Ciwan te dilê ca xwe sot
Diya min li nik min dima dil bi xem
Min nalîn e,roj û şeva rengê Mem
Mehek ez dimam bê tebat û hedan
Ne xwarin û vexwarin ji êşa di can
Ku xwarin ji bo min evîn û keder
Vexwarin ji bo min fîxan û keser
Sawêra Kejê ye, min razan û xew
Me nalîne dengbêj û sazê me tew
Li min deq di rojin û sa`et min meh
Nema sax di laş de min yek cih û reh
Ku rojek ji rojan li ber der dijim
Serê min di ber min de min dihejim
Serê xwe ku hildim min pîrek didî
Gelek bûme jê şermîsar û fedî
çekê lê bi carek hemî kesk û şîn
Ji pîrê diçe sed hezar bex û bîn
Li jora serî,yek tebeq tev de mişt
Ji her dar û derman,ji her reng û tişt
Ji gorê mezel,Calînûs hate der
Eflatûn nizane li ber yek xeber
Arîsto û Soqrat û Beqrat temam
Ji ber ve hemî suxte ne hem xulam
Ku Harût û Marût ji sêhra giran
Bi xwendin û ders dane pîra zeman
Di ber paxilê da heye yek text remal
Wekî suxteyek jê nebî Daniyal
Ku ew pîr ji mir bû wekî Heyzebûn
Rijand textremlek li ser cîm û nûn
Piyamek dixwendî li birca Merîx
Ji wê textremlê xuyabûn du mîx
Pîrê zivirî gote min:ey Ciwan
Ku xewna te pêk ve ji min bû xuyan
Ey dil kuştiyê awirê çavên reş
Te dîlber Kejê ye,keça mîr Keleş
Dê bêj me te peyva ji te ku me hişt
Bela te ji beranê kovî ku te kuşt
Bi navê xwedanê hemî ins û cin
Gihişta xwe vêga bixwaze ji min
Divê ku li ber min tu bindeste bî
çi bêjim te îro tu dest beste bî
De zû rabe ser xwe bide pey min meş
Bi kêf û xweşî hem di gel madê geş
Dema pîrê gote Ciwan ev sûxen
Devî wî nema hate hevdu ji ken
Mijûlya pîrê ma ye pesnê xweda
Ciwan daye dû wek xulam û geda
Ku xocê Xidir çûye ava heyat
Di gel wî Sikender cihê rojhilat
Dema çûne nêzîka mala Keleş
Pîrê zîvirî ser Ciwanê nexweş
Weha renge pîrê digot ey Ciwan
Got:palved xwe bê hiş bixe bê ziman
Xwe avête qadê Ciwan wek mirî
Pîrê ma li ser wî bi şîn û girî
Bi nalîn û fîxan û qîr û hawar
Gelek xelq bi ser wan ve hatine xwar
Li ser cendekê wî dibû berbere
Gelek por li ser wî diçûne pere
Kejê hate ser lê nerî nas dikir
Berî daye pîrê,ew pirs jê dikir
Pîrê got:ji lawan min ev kur heye
Mehê tadîger wî dil êşek heye
Ji rojan îro derketin em ji mal
Ji bo dîtina te û diya te me bal
Kurê min li pêy min,min dît kir hewar
Dema zîvirîm ne ziman û ne zar
Kejê gote pîrê de fermo were
Ku rahêjne wî em di nava xwe re
Di nav xwer ku anîne mala Keleş
Lihêf dane ser wî di gel tejkî reş
Demek çû hilanîn ji ser wî livîn
Reşandin li rûyê wî çi avek bi bîn
Piyalek bîhok û sêva dane dest
Vexwar û ji nû ve ku rabû helest
Pîrê rabû derket ji cem herdiwan
Kejê ma tenê lê di gel bes Ciwan
şêrîn gote Ferhad:eya safînêt
Bizane me qaşa nigîna te mêt
Di pey te Ciwan qet min navê tu jîn
Wekî Mem mirî ku li pey çuye Zîn
Ciwan rabû ser xwe di girt destnimêj
Bi kurtî dibêjim qe nakim dirêj
Temam kir û rabûye ser qametê
Ciwan rast berê xwe dida qibletê
Temam kir nimêj ku ferz bû li ser
Di pey hat tewafa ku Eswed Hecer
Ku destê xwe kir paxila sor û zer
Du sêvên xelatê jê anîne der
Wî ew sêv dimêtin rewa têd nehişt
Bê hiş ketye qadê Kejê ma li pişt
Pîrê hat bi ser ve nerî dil bi kul
Bê hiş lê reşandî hinek avegul
Bi destê wî girt û berî daye mal
Dilê wî Kejê girt û maye li bal
Dema hate mal qet ne bû lê tebat
Rondik têne xwarê ji rengê Firat
Ku Seyhûn û Ceyhûn û Xabûr û Zab
Ji kaniyên çavên wî derbûne ab
Li wî roj meh in,şev li wî bûne sal
Bi ax û girî geh bi fîxan û nal
Ku rojek ji rojan li mal dil bi xem
Dijî pîrê tenha ji der hate cem
Silav kir li wî daye dest reşbelek
Bi wê xweş piyamê dibû şa gelek
Ku Fîrewn, Mûsa şand ji dêra Xelat
Ku ya kincê Yûsif ji Yaqûb re hat
Berî daye pîrê got: gelkî bi xêr
De fermo keremke ji ter pêncî zêr
Li ber xwe vekir reşbelek wî dixwend
Ku tê de nivîsandiye ev du bend
Silvêm li te pir gelek ey Ciwan
Bi gorî te bim her dem û her zeman
Ke Yûsif çi zû te kirim ez ji bîr
Zileyxa di vîna te de maye kwîr
Bizane ji hev dûriya dost û yar
Dilê wan ji hevdu gelek dibne sar
Dema tarî ket qadeyê ey Ciwan
Were nik me îşev min da te civan
Êvarê Ciwan lê ku roj çûye xwar
Li ba ket, berê xwe dida dost û yar
Ji hidir bi der ket Memê jar û dîn
Berê xwe wî daye sera têde Zîn
Dema hate nik şehneşîna bilind
Dî ku vêketî tê hezar mûm û find
Dî ku wa li ser textekî zêrnegar
Dikin rohnî mûm lê ji her çar kenar
Wekî heyva bala ku çarde şevî
Peravên xwe berdane koh û zevî
Ciwan rengê dêwê sema hîvperest
Xwe avête ser hîv esîr kir bi dest
Ku parçake ewrê di reş hîv veşirt
Niha bûye rohnî reşî wa ne girt
Ciwa û Kejê herdu yar û heval
Di gel hev mijûl bûn ne xem û xiyal
Bi kêf û henek geh bi lewm û girî
Heya perda şermê ji nav wan çirî
Ku Mecnûn û Leyla gihiştine hev
Ji derd û xema re dima bez û rev
Hezar maç didan hev ji dêmên di şeng
Heta ku sera wan tije bû ji deng
Mixabin felek xayin e,ey bira
Ji kes re ne hişt vêketî tim çira
Keleş pêjinî bû li wan pendegîr
Helestî piya dest wî avête şûr
Dema şûr ji kalan dikêşa bi lez
Ciwanê reben ma ji bo lez û bez
Bi rev hem bi bez wî berî daye mal
Mixabin ewî dil dima nik heval
Keleş hate hundir nedî bil Kejê
Got:ka ew mirovê li ba te dijî
Kejê gote,min qet nedî kes li vir
Keleş kir ne kir,jê tu tişt she nekir
Bi kezyê Kejê girt û da ber nigan
Wekî gog li meydana hol û şegan
Dema roj bi derket û dûr ketye reş
Ji xewa sibê radibû mîr Keleş
Du çavên wî sorin ji ber xîretê
Wî ban kir Perîşan got:ey hurmetê
Cihê me nema qet li Amed ji bin
Sibê rojhelat dê ji vir bar bikin
Xidama Kejê pêjinî bû li wa
Bihîst wê ji wan dê biçin Neynewa
çi gotin di nav wan de çêbû temam
Kejê tev bihîstin ji keça xidam
Firotin hemî bexçe û bax û rez
Hemî xan û eywan hemî mal û rez
Kejê wê şevê qet nebû lê qirar
Xan û man li wê bûne tûpişk û mar
Diçû,hat li birca belek ew zerî
Ku çend xêz nivîsand li jora derî
Gelek pir bi xêr hatiye ber derî
Te daxwaz e dîna heval û zerî
Riya tu li ser bê ji bo te min çav
Li ser bêy ji mal ta bi vir gav bi gav
Memê jar bizane ku çûye te Zîn
Silêman ji tilya te derket nigîn
Eya dilbirînê bi dax û kewa
Berê me li şehrê çeleng Neynewa
Were zû li pey me tu şopê bigir
Rêber bî ji bo te xocayê Xidir
Sibê roj hilat bar kirin bê guman
Ne pîrê bihîst hem ne hayê Ciwan
Li rehwan siwar bû Keja dilşikest
Keser da û xatir ji Amed dixwest
Ey Amed bi xatir min îro ji te
Di pey xatiran ku min tenbî li te
Me hiştî di şehrê te de dost û yar
Bi roj û şevan tim bi qîr û hewar
Ku bilbil bihar çû dijî mest û dîn
Ji ber çav ketî ew kulîlka bi bîn
Ku Mecnûn li waran me hiştî tenê
û Leyla wî bar kirye êlek dinê
Ji Amed bi der ket Kejê bi koçemal
Mixabin dilê wê dima cem heval
Sibê rojhelat rabû ser xwe Ciwan
Berî daye eywan û birc û seran
Sikender berî daye ava heyat
Biservenebû tarî bû ew welat
Dema hat nik wan serayêd bilind
Dî ku tê dixwînin hezar bûm û kund
Nêrî kavil e ew sera tê de yar
Wek eywanê Kesra dîwar maye xwar
Ciwan dest diqetya ji tak û ji tûk
Li wê rûdinişt ew tenê wek pepûk
Ji nişka nêrî wî li jora derî
Nivîsandî lê wek me gotî berî
Dema xwend,ew bê hiş kete ber derî
Ji hêsran ew ax li ber bû herî
Li ser xwe û Kej her bi nalîn di got
Kezeb reş dikir,wî li xwe dil disot
Ku ey pertewa cerg û hem can û dil
Li wara te hiştî tenê dil bi kul
Di pey te me êdî ne sebr û hedan
Mirin heq dixwazim ji te ey xwedan
Di pey rabû ser xwe helistî piya
Bi çavên di şil ew ji dil naliya
Berî daye mal poşîman û reben
Li xwe werdigirt kincê keskeden
Tûrek daye mil têde çar pênc nan
Bi dewrêşî derketye dewra cîhan
Dilikumî li kortal û tahtêd kevir
Ji rêwiya ewî pirsa yarê dikir
Ku carna cihê wî newalên di kûr
Ji rengê gura wî dikir zûrezûr
Li deşt û çiya geh ew şevder dima
Doşek qade bû hem lihêf bû sema
Ew û hovê çolan dibûn destbirak
Li çiya wek firarên ji zulma Dehak
Xerîb û reben ket ber êş û bela
Ji rengê Huseyn teşne yê Kerbela
Ji tahba gerê qet nema tê rewa
Di pey sê meha ta giha Neynewa
Li şehrê digerya Ciwan bextereş
Salox wî hilanî ji mala Keleş
Keleş rengê Dara li dar asêgeh
Abad kirye sûrek li dor wek keleh
Kilît rengê mar e, li jora derî
Ji tirsa sipahên di îskenderî
Li hawîr digerya kurê Amedî
Lê heyf û mixabin tu rê tê nedî
Serê xwe ku hilda li jorê nêrî
Bi birca belek de bidî ew zerî
Li ber rû ye dest,ew li nik pencerê
Ciwan ban kirê got:ey dilgawirê
Di pacê re binêre Ciwan va ez im
Bi jana zirav yê bê derman ez im
Ji eşqa te yarê dilovan ez im
Ji dûra te çavreş bi kovan ez im
Yê tenkuştiyê tîrê çavan ez im
Yê dilgirtiyê bend û davan ez im
Xecê tu bizane Siyamed ez im
Neçîrvanê kovî li Sîpan ez im
Yê laşkuştiyê derbeîvê ez im
Evîndarê keçka silîvî ez im
Nenas û xerîbê welatan ez im
Pepokê serê koh û latan ez im
şahê texteyê serpêhatan ez im
Birîndarê koh û xelatan ez im
Welatêm tu yî her ku Xanî ez im
Negarim tu yî her ku Manî ez im
Avesta tu yî her ku Zerdeşt ez im
û Cûdî tu yî her ku ew geşt ez im
Xirabmal û wêranê dîna te me
Belengaz û pêxwasê vîna te me
Weha got û deng jê bilî ket li wir
çi tiştê wî goti tev Kejê guh dikir
Ji nûve Kejê rabû ser xwe helist
Piyalek bîhok û sêva girt bi dest
Li jorê dibû reqreqê qunderan
Kejê hate xwarê bi xemla giran
Bi lez hate cem ew bi bejna zirav
Got:fermo kerem ke Ciwan bigre av
Ciwan wek şahê Hurmizê tacîdar
Bi destê xwe wîna rijand avesar
Kejê pir girî şermîsar û fedî
Lê tenha digotê:kurê amedî
Min navê ji te qet ne av û ne nan
Ji bil dîtina te li ruyê cîhan
Weha got Kejê rûdinişt ew li cem
Xweşî hatewan derketin derd û xem
Bi guft û bi goyên ku ew dost û yar
Mijûl bûmbi hev ta ku roj çûye xwar
Kejê rabû ser xwe û got:ey Ciwan
Cihê xewgeha xwe ji mir bik nîşan
Nîşan kir ji wêre cihê xewgehê
Ku ew şev bi hejmar ji bîstê mehê
Kejê zû berî daye birc û seran
Ciwan daye rê çû cihê lê civan
Kejê rengê marê şikeftê civand
Du şitlê rîhanê ji Kesra re şand
Ewê hin ji êmîş û hin jî te`am
Kirî sêniyê daye destê xidam
Mifta dergeha sûrê kir paxilê
Got:bib jê re zû ey xidama Gulê
Bedêlam tu lêke gelek pir selav
Bedêlam tu maçî bike herdû çav
Ku nîvê şevê bû bila bête vir
Nîşana min û wî reqîna kevir
Serayên Keleş rengê Xan dimdime
Xayin ket bi wî re Gula xadime
Gulê wek wezîrê Xanê çenge zêr
Xaîn ket bi wî re ji bo pencî zêr
Bi şahê Ecem re ku da û stand
Sipahê Ecem Dimdimê Xan şikand
Heta kurmê darê ne jê bî tu car
Ku nayê rizandin û hem kevnedar
Gulê yek nekir du weke babîsok
Li ba ket û gerya li wî sûk bi sûk
Wekî heyzebûnê Gulê tax bi tax
Digerya li mala Ciwanê neseax
Diket kuçeke tenge tarî û reş
Dî ku tê dinale Ciwanê nexweş
Sawêra Gulê ket bi çavê Ciwan
Xweşî hate wî lê nema êş û can
Wekî dîn û hara ji nîşkav qevist
Bi dîna Gulê ew li qûn rûdinişt
Ciwan gote ehlen gelek merheba
Kê hid hid çi anî ji min` te ji seba
Sênî daye dest got:bigir dil bi kul
Ji dermanê Luqman ji destê min Gul
Bigir miftê çerxa bîsta ji ba
Ziyaret ke Belqîz li şehrê Seba
Xezînê di Qarûn û îskenderî
Vebin dê li ber te bi mifta derî
De rabe ey Adem te laş hat bi rûh
Toba te qebûl kir Xwedê ey nesûh
Ey perwaneyê jar û agirperest
Va mûma te vêket li ser kevr û hest
Rivî jê diçî pir bi pêt ûçirûsk
Wekî tav û ewran bi birq û birûsk
De rabe bişo dil bi wî agirî
Mebe poşîman ger tu yarperwerî
Eger bilbilî va te hatî bihar
Gula te li benda te ye xweş li kar
De rabe de rabe Memê dilbirîn
Ji çalê bi derkev li benda te Zîn
Dema şev ku zîz bû û jê çûn du par
Tu bê deng û pêjin bi lez wer bi xar
Derî vek bi miftê tu wer wêderê
Bi nermî kevir lêx tu li pencerê
Nîşana te û yar eve ey bira
Me xatir ji te got gelek li ser sera
Gulê rabû ser xwe bi rêket ji cem
Civî bûn di dil de hezar derd û xem
Êvarê ku zîz bû li wî şev bi reş
Bi lez wî berî daye mala Keleş
Demek pêjinî kes nedî hişiyar
Bi kêf û xweşî wî berî dabû yar
îskender berî daye Dara bi kîn
Di gel nînecamê di gel dûrebîn
îskender mekame Ciwan mehneye
Me daxwaz bi cama belûr mifte ye
Ew marên di xêzên berê de min got
Li ser der bi heybet weke melkemot
Mekame bi marê li jora derî
Tu bê şik bizane ey merî
îskender dema neynika cam belûr
Vebestî li pêşber ziyaye sitûr
Di mal neynika cam belûrê nerî
Kilîşê xwe têde didî ejderî
Ji xwe girt wî heybet ji jorê ve ket
Dima termekî bê ruh û can û lebt
Derî maye bê şehne û dergevan
Bê tirs der vekir bû bi miftê Ciwan
Memê ketiye baxê emîr Zeynedîn
Di çû nêzî paca sera têde Zîn
şiyarkir ewî Kej bi dengê kevir
Gulê rabû ser xwe derî lê vekir
Lingek xiste hundir û yek ma li der
Ji bîhn û bexê hiş nema bû di ser
Vexum ya li wî dil ketî der zemîn
Ne lebt û ne tevger ne bîhn û ne jîn
Kejê rabû ser xwe bi lez hate cem
Bi lingê wî girt û kişand rengê term
Li ser xewgehê ramedand wek mirî
D u duşek kirin bin lihêf da serî
çi palasê bircê hemî dane ser
Xudanê di bin wîre avête der
Demek pir ne çû hişê wî hate serî
Dî ku Kej li ser wî bi şîn û girî
Kejê ku dema dî Ciwan çav vekir
Bi lez rabû ser xwe şerabek şekir
Bi wan destê nazik piyala zelal
Dida dest Ciwan got:bigir ey heval
Ku Cibrîl ji ava heyatê dibir
Cihê tariyê daye destê Xidir
Dema ku vexwarî ew ava zelal
Ciwan rabû ser xwe ne axîn û nal
Gulê rabû ser xwe ji cem wan bi meş
Derî git li wan wê ji tirsa Keleş
Ciwan û Kejê dîn neman kes li wir
Dimêtin ji lêvên di hev wan şekir
Li gerden wan dest dikirne xelek
Nema wan tu hay qet ji bayê felek
Felek xayine pê tu behwer mebe
Demek rengê roje demek wek şebe
Di wexta ku roje gelek rohnî ye
We hin car jî rengê şeva tarî ye
Dilê xwe bi wê xweş meke ey merî
Hevaltî bi kes re ne biriye serî
Bizane ku nade kesî firsetê
Ne kir dûm bi pêxemberê umetê
Ne kir dûm bi îsa re zatê ji nûr
Nekir dûm bi Mûsa re pêxwasê tûr
Yekî wek Suleyman negîn almesî
Xweda tiştê da wî ne dabû kesî
Xweda daye wî nîmetek pir mezin
Kirî pêşewayê hemî ens û cin
Kirî serwerê mirx û hov û teba
Belqiz hate jêre ji xakê Seba
Xweda şand ji wî re bîsatek fireh
Gera roj û şev pê qonaxa du meh
Gera çerx û perwane û lewleba
Dolab û perlengeran tev bi ba
Li bala difiryane bask û neper
Dikir geşt û seyran ne can û ceger
Ne kir dûm bi wîna re dîsa felek
Nekir dûm bi Nûh re siwarê kelek
Eya pendegêr tu xwe parêz ke jê
Xwe wenda meke wek Ciwan û Kejê
Heya hat bi ser wan ve dîsa Keleş
Di nîva şevê de se`et bûbû şeş
Keleş dî ku herdu di derxulwetê
Wê gavê hilanî kela xîretê
Berî daye hindir bi kerb û bi kîn
Bi dest girte şûr wek gurê dev bi xwîn
Ji kalan dikêşa şûrê cewherî
Di gel gurzê hesin dihat ber derî
Ciwanê reben qet nema wî tu çar
Ji paca bilind wî xwe avête xwar
Xwedayê dilovan li wî kir kerem
Li ber qade kir bû wekî pembo nerm
Wekî mirxê bazî bi perwaz û fer
Piy û dest ji wî re dibûn bask û per
Hêdî rabû ser xwe bi axîn û nal
Bi dilkî şikestî berî daye mal
Emê wî bihêlin,Ciwan bexte reş
Dê bên ser Kejê,ka çi pêkir Keleş
Keleş hate hindir,bi çavên di sor
Bi dest gurz û mertal,weha renge şûr
Bi gulê Kejê girt li pê xwe kişand
Bi lêdan kela xwe lê wêna rijand
Perîşan bi dengê Kejê hate der
Bi lez hate hindir,xwe avête ser
Bi çavan ne bû xew,Keleş wê şebê
Li ser pêtê agir,heyanî sibê
Dema roj bi der ket bi tîrêj û rav
Li çar goşê dinyê kirî şewq û tav
Peravên xwe berdane kohêde bilind
çi deşt û zozan,çi bajar û gund
Ku Hurmiz dibûn padîşahê cîhan
Ji ber wî şikest leşkerê Ehrîman
Keleş rabû ser xwe bi lez wê sibê
Biç avan ne bû xew ebed wê şebê
Xerîb û belengaz û jar û reben
Serê wî di ber de di xebxeb de çen
Ji fikr û mitala dinê ew merî
Di hatine girtin li ber her derî
Li ber pêlê fikr û xeyala Keleş
Cîhan lê dibû tenge tarî û reş
Ji can û ji dil û her ewê xemperest
Bi roj û şevan wî mirin tim dixwest
Mirin pir dixwazin,Keleş neb` tenî
Bi dest her kesî nakevê ez benî
Ketî ser zimana,kesî nedgot,xêr
Bûbû wek benîşt ket devê jin û mêr
Belengaz hemû kes neyarê wî ye
Lê ew qet nizane sebeb ma çiye
Belengazê rastgo çi bêjî ku ew
Hemî kes dibêjin ne wa ye derew
Lê zengîn eger got:çiya çû çirê
Wekî min gelek jê dikin bawerê
Dima heyirî ew demek ponijî
Ji nîşka ve rabû piya sekinî
Berî daye sûkê Keleş pir bi lez
Di cih de kirîbû kerîk berx û pez
Di gel konekî çar sitûnî b`şerît
Di gel sing û mîkut,rewage û çît
Bi erzanî wîna firot xan û man
Ji pez re ewî girtibû yek şivan
şivan kişkirî pez berî daye mal
Kejê û diya xwe demek mane lal
Dihatin,dipirsyan ewan herdiwan
çi çêbû bihîstin ji xortê şivan
Kejê xweş dizanî tu rê tê nema
Derê dil vekir bû li derd û xema
Ji çavan dibarin rondik cot bi cot
Li ser xwe û Ciwanê reben tim digot
Ke ey dil bi derkev ji nêv cerg û ten
Gelo ka li ku der dijî ew reben
Dema ku te dî lê silav ke gelek
Tu maçî bikî her dû çavên belek
Tu rûnê binuhrîn bi dengê hezîn
Bi nazî bibêje eya dilbirîn
Tu bû wek Memê jar ez jî bûme Zîn
Keleş bû ji mer her wekî Zeynedîn
Ku bextê me bûye neyar wek Bekir
Dilê me ewî yek demê xweş nekir
Di pey rabû ser xwe Keja bextreş
Hêsir têne xwarê ji çavên di reş
Dizanî ku wê bê Ciwanê reben
Nivîsî li jora derî ev suxen
Gelek pir bi xêr pertewa cerg û can
Li ser çav û gavêm tu bê ey Ciwan
Belengaz û jarê evîna min î
Tu dildar û daxwazê dîna min î
Bi nalîn û fîxan her roj û şeb
Te sotî li xwe dil, ezim her sebeb
Eger tu dipirsî ji min derd û xem
Wê xweş bî li te pir birîn û elem
Bi navê Xwedayê cin û her merî
Birînam ji ya te gelek kûrtir î
Eger xort dinalin bi dengê bilind
Lê em keç dison dil wekî mûm û find
Hêviya min û te nema ey heval
Emê bar bikin vê sibê koçemal
Tu Mecnûn î, îro li darê dinê
Li şûna warê Leylê tu maye tenê
Bihara te lê bû temûz û tebax
Gula te`y bi bîn çilmisî ew di şax
Ku baxê te hişk bû nema tê rewa
Bûye war û helîna kund û kewa
Riya me çi dûr e eya dilbirîn
Berê me li deşta çiyayê Sefîn
Di pey ku xilas kir Kejê rûdinişt
Bi şîn û girî ewê dil birişt
Anî bû Keleş wê sibê çend şitir
Qir û qafê malê li wan bar dikir
Wî koça xwe bar kir di gel konê reş
Li mêrga şemamokê danî Keleş
çi mêrgek fireh tev kulîlk û giya
Li jêra wê deşt e, li jorê çiya
Ji jora çiyayêd bilind têne xwar
Gelek şîpên avê ji kanîyên sar
Dema têne xwar bi xumxum û lemlem
Li rûbarê deştê dibin gol û çem
çi terş û tirûş û xwedî kon û mal
Ku vedixun ji wê ava sar û zelal
Hemî hov û mirx û tebayên çiyan
Dikalin bi sed deng û zar û ziman
Himîn tê ji şêran guvîna piling
şîqîn tê ji qazan qêrîna quling
Zûrîna gura,dengê hirç û evor
şerê çûçikan,qebqeba kew li jor
Birê koviyan,komê wehş û beraz
Hawê bilbila,tiqtiqa mirxê baz
Ji şeb ta seher, qet li wan nîne xew
Di nêv gul-giyan pal didin roj û şew
Biharê ji wan re bihişte çiya
Hemî çîçek û sorgulin tev giya
Ku neqşê Xwedê pir bi terz û naz
Li rûbara dinyê hemî kirye saz
Hezar neqşê Erjeng û Manî hebin
Nayên der di rewşa gulek sor ji bin
Li jêra çiyê deşteke dûz û pahn
Cihê xifş û karêd xezalan bizan
Qûtîna şivan,marmara miya
Mî û berx diçêrin ji tuxmê giya
çi geysûm û şîh û çi gurt û nefel
Qewan û kulîlk û rehana du pel
Hemî nihmetin ev qada cîhan
Xwedê daye terşên ne zar û ziman
Li qûntara çiyayê Sefînê Keleş
Wî koça xwe danî di gel konê reş
Kejê bûye koçer li deşt û çiyan
Ji bala wê naçî sawêra Ciwan
Dema Kej berê xwe dida kaniyê
Li bakûrê êlê di nîvê çiyê
Heta ku diçe,tê bi şîn û girî
Kela xwe ku hênik dikî ew zerî
Hêvî û reca xwe birî bû jio bin
Kulên xwe sipartî Xwedayê mezin
Emê li wir bihêlin Keja bexte reş
Emê serîkî bidne Ciwanê nexweş
Ewî rojeke xweş nedî bû demek
Gelo kanî paşê çi pê kir felek
Felek xûz û xwar e,ne ol û ne dîn
Bi kesre ne bûye heval der zemîn
Ku rewrewk e her dem ne av e ne ba
Kesêl dû tiye,ew bi roj û şeba
Ku rojek ji rojan helestî Ciwan
Berî daye qonax û birc û seran
Dema ku Ciwan hatibû ber derî
Nerî ku li ber der dijî yek zerî
Ne Kej bû ne jî wek Perîşan û Gul
Rûnişt û silav lê dikir dil bi kul
Ewê qenc dizanî ew xortê zerî
Ne bê kar û îş hatiye ber derî
Nerî ku ewî rêz bi rêz bend bi bend
Nivîsandina ser derî wî dixwend
Dema xwendî hêstir li rû bûne rêz
Li wî çog şikestin nema lebt û lez
Ji zeryê dipirsî bê şerm û fedî
Gelo kanî ma ew xezala kedî
Ewê hê ji nû nas kiribû Ciwan
Got:ey dilbirînê bi dax û kewan
Eger ku dipirsî ji me kar xezal
Li deşta Sefînê dijî bê mecal
Gerden xwar e,herdem bi alî te ve
Bi roj û şevan xew bi çav nakeve
Dema ku zeriyê wisa jêre got
Dil û cerg û mêlak li wî tev disot
Hema rabû ser xwe bi rê ket Ciwan
Belengaz û birçî,hejar û xizan
Bi rêwîtî derketiye dewra zemîn
Berî daye deşta çiyayê Sefîn
Diket dev newalan li sirtêd bilind
Di pirsî ewî war bi war,gund bi gund
Gelek tahb cewr û cefa dî li riyê
Di pê çarde rojan gihaşte çiyê
Dema hilkişî hate jora çiya
Li mêrgê nerî,êl ji wî ve bû xuya
Li binya xwe dî yek li ser kaniyê
Bi lez hate xwarê ji jora çiyê
Keja dilbirîna bi dax û kewan
Ji nîşkava dî ku li hember Ciwan
Dema hev didîn ew diman şaş û lal
Bi hev re mijûl bûn bi zimanê hal
Hezar tîr reşandin hevdu ewan
Ji awrên di çavan ji birhêd kevan
Demek mane bê peyv û zar,hişkeçen
Li paşê li wan der ve bû yeb sixwen
Di gel hev mijûl bûn bi peyv û xeber
Ku teht û kevir man li wan lal û ker
Tebayê çiyê,tev li wan ponijîn
Tilûran per û bask li wan hilçinîn
Ku teyr û tilûr deng bilîne ji wan
Ne nalîna bilbil ne dengê kewan
Te digot qey çiya xaliye ji her teba
Ne xumxum ji ava ne guvguv ji ba
Di baxan de sorgul hemî çilmisîn
Ji darên di şîn ber ji wan tev weşîn
çiqas ez bibêjim xelas nebe qet
Bi sed xam û defter,hezar xêz û xet
Ciwan û Kejê ketne baxê evîn
Ji darên di hev wan gelek gul çinîn
Hezar maç didan hev ewan dor bi dor
Ji çavên di reş,geh ji dêmên di sor
Ku hingiv dimêtin ji lêvên di hev
Ji nû hay ji xwe bûn,ku li wan bûye şev
Ciwan û Kejê ku civan dane hev
Li cihkî nependî digel hev bi şev
Li cem hevdu rûnin û hev bikne bên
û derdên dilê xwe ji hevre bibên
Kejê rabû ser xwe berî daye mal
Ciwan jî bi xwe daketî dev newal
şikeftek li wî cih hebû tar û teng
Ciwan têde raket di gel wî tifeng
Bi roj nêçîrvan e,li çayê Sefîn
Lê her şev di gel Kej dike ew civîn
Ku ew dem ji emrê wan nayê jimar
Ji ber ku bi wan re felek dost û yar
Mixabin felek xayin e,ey merî
Bi dev dost e,lê ew bi dil gawirî
Xwe mespêre wêna tu carî temîn
Ne soz û ne bext e,ne ol e ne dîn
Ku carek ji caran ew herdu delal
Li gel hev civî bûn ne xem û xiyal
çiya rohnî bû hîv li çarde şevî
Tîrêjên xwe berdane koh û zevî
Sîpanek ji berfê,ji jora zinar
Ji nîşka bi ser herdiwan hate xwar
Mixabin ew herdu reben man di bin
Ne gazî û hewar ne îns û ne cin
Bi vî rengî herdu mirin bê guman
Canê xwe sipartin Xwedayê cîhan
Ji darê dinê çûn wekî ew ne bûn
Bi e`şq û miradê xwe ew şa nebûn
Ku rojek xwe yê xweş nedîn der zemîn
Di dil wan de ma bû bi hesret evîn
Keleş wê şevê qet nebû lê qerar
Tu der wî nehêşte ne çol û beyar
Digerya li her cih,nedî bû Kejê
Sibê hate mal dest birî bûye jê
Diya wê Perîşan dibû dîn û har
Li çol û çiya wê dikir zarezar
Ku çavên wê sor bûn ji rengê piling
Ji tahba gerê ew ketî hişkeling
Ne xwarin vexwarin,ne av û ne nan
Ne lebt û ne tevger ne zar û ziman
Gulê û Perîşan û hem jî Keleş
Ji bona Kejê wan girêdane reş
Di pey heftekî berf helî bûj` çiya
Ji nû cendekê herdiwan kir xuya
şivanan didîn zû xeber dane wan
Bi bez hatibûn ser laşê herdiwan
Perîşan xwe avêtiye ser Kejê
Ji şîn û girî deng bil bûye jê
Gulê hate ser term û laşê Ciwan
Xerîbê welatan û deşt û çiyan
Ji nû ve li wan bûye şîn û girî
Perîşanê hembêz dikir ew zerî
Gelek maç dikir,herdu çavên belek
Qêrîn jê diçû ta bi çerxa felek
Bi dengê Perîşan çi koh û zinar
Diman jar û mest tev li ser dost û yar
Bihar bûye payiz li dar û beran
Teba mane xayiz li ser dîlberan
çi şalûr û bilbil çi qaz û quling
Hemî lal û gêj man,ne awaz û deng
çiqas ez bibêjim,bi zar û ziman
Di gel xam û defter,bi nezm û beyan
Hemî tiştê çêbûn nikarim bibêm
Heta vir me got bes bi kurtî û kêm
Gora wan dikolan li cihkî bilind
Ne bûn qet li nêz wan ne bajar û gund
Ew herdu veşartin di gor û mezel
Sipartne ber serê wan du kel
Ku navên di wan xweş nivîsîn li ser
Ji ser wan diçûn tev bi ax û keser
Ew herdu dibûn serwerê dîlberan
Dibûn remz,ji bo e`şqa keç û kuran
Bi dilkî şikestî Keleş bê xelat
Wî koça xwe barkir berî da welat
Di pey sê mehan ta gîha Amedê
Heta ew ku sax be Xwedê qet nedî
Nehişt ku bi hev şa bibin dost û yar
Bi poşmanî dîsa vegeryaye war
Li vir serpêhatîya me bûye temam
Tîrêj pir cefa dî li ser weselam
Gelek hêvîdarim ji keç û kuran
Hemî jîr û zana,hemî xwendevan
çi pîr û çi kal û çi mêr û çi jin
Eger tişkî kêm dîn,veşêrin li min
Tîrêj pêş kirî ev qeder bê guman
Ji bo hîn bibî kurd bi zar û ziman
Ji bo miletê xwe me kir ev xebat
Bijî serfîrazî bijî tim welat
*http://www.tirej.info/
**Rêzkirna tîpan:
Mişel (bavê Nisrîn)
Ibrahîm(bavê şêrîn)