Seydayê Tîrêj - Mewlûda Kurmancî
Bi navê xudanê cîhan û felek
Xudanê hemî ins û cin û melek
Xudanê hemî murx û hov û teba
Xudanê meh û sal û roj û şeba
Yeke tim heye dê hebit her Xuda
Ne hinkûf û ne hember ne bav û ne da
Ne laş û ne ten, hem ne pê û ne çeng
Ne nîşan û ne çehr û kilîş û ne reng
Ne xwîn û ne agir ne ax û ne av
Ne roj û ne heyve, ne sî û ne tav
Ne sor û ne gewre ne kesk û ne şîn
Ne `ewr û ne ba ye, ne misk û ne bîn
Li her cî dijî wî ne razan û xew
Ko herdem şiyar e, bi roj û bi şew
çi pesnî bidim em ji wî re xelet
çi rengî bidin wî ne ew reng e qet
Ji bo ademîzad weha mijde da
Bi zarê xwe î xweş we gotî: Xuda
Ne pêjin di rengê mi de merî
Binêre li tiştê ko min çêkirî
Xuda çêkirî asîmanê bilind
Sitêr kirne jê re wekî mûm û find
Hinek nalivin hin bi dewran û ger
Belavin ji hev hin li bin hin li ser
Ko ev heyv û roj tim ji rengê kelek
Li pê hev rewan in, di çerxa felek
çi dûr û cidane gelek ew ji hev
Ji rojê re ro lê ji heyvê re şev
Ko her yek di şopa xwe de tê û diçî
Bi emrê Xuda tim diyek rê û cî
Cîhana mezin wî kire aferîn
Digel deşt û zozan li xakî zemîn
şet û behre û gol û çi derya hemî
Ko tê û diçin tê de geşt û gemî
Ber û çol û koh û çiyayêd bilind
Weharenge şehr û çi bajar û gund
Rez û bax û mêrg û çi dehl û devî
çem û cok û kanî newel û zevî
Ji bo ademîzad hemî çêkirî
Weharenge tacek ji hiş da serî
Xuda daye wî heybetek pir giran
Kirî serwerê mirx û hov û teban
Xuda daye wî ne`metin bê jimar
Digel hiş û tevdîr bi ziman û zar
Pêximber gelek rakirin wî ji wan
Ko rêça durist xweş bidin ber ewan
Gelek rakirin lê neşim ez bibêm
Lê çendan dê bêjim, bi kurtî û kêm
Nebî Nûh û Idrîs û Salih û Hûd
Nebî bûn li ser nejdê e`ad û semûd
û Dawûd û Mûsa û `îsa ji nûr
Bi Tewrat û Incîl we hem jî Zibûr
Hemî rakirin bo nejadê cîhan
Ko parêz bikin wan ji kufr û şeran
Ji bo ademîzad bibin rêber e
Bi zatê Xudê ew bikin bawer e.
* * *
Di qada hucazê ji nêv miletan
Xuda rakirî yek di dewra cîhan
Bi navê Mûhemmed bi zarê `ereb
Kurê `ebdillahê `ebdil Muttelib
Weharenge Haşim û `ebdil Menaf
Ko kalên di wî ne bi deng û bi nav
Lê bavê di bîst û yekî ew merî
Birahîm Xelîl e kurê Azerî
Diya wî bi navê Emîna Weheb
Ji tuxmê Qureyş in bi nav û neseb
Di roja duşembê duwazdê mehê
Rebî`a pêşîn ew li der Mekehê
Li xakê Hucazê ko ew nazenîn
Bi mizgîn ko ew hatiye der zemîn
Gelek hêvîdar im ji te ey Xuda
Bi heqê wî Pêxemberê ko te da
Bi heqê heval û hemî dost û yar
Digel min tu îro bibî alîkar
Heta ez ko çêkim evê Mewlidê
Di rêça te de, ez bikim vê kedê
Eger ne`b te be himmet û alîkar
Nikarin tu tiştî bikim ez tucar
Nemaze ko firset me nîne gelek
Ji xeşm û neyarî û zulma felek
Li dorê ko `alem bigêrin civat
Li navê Mûhemmed bikin esselat.
* * *
Pêximber dema hate qada cîhan
Ewî dî ko `alem di kufrek giran
Ne hîn û ne `ilm û ne xam û qelem
Ne ol û ne dîn tev bi lat û senem
Hinek file hin jî cihû hin mecûs
`Eşîrêd giran Xezrec û Tey û Eûs
Qûreyîş û `Ebada Rebî` û Muder
Ko herdem digel hev bi ceng û bi şer
Temîm û Hewazin bi gurz û bi şuyr
Xûza`e û Haşim bi bend û `eşîr
Reş û tariyê girtiye ser cîhan
Nezan û xeşîm û hejar û xizan
Dema ko `emir bûye çil sal temam
Li Mekê ew pêximberê xas û `am
Di nîva şikefta Herra ya nemir
Mûhemmed nimêj û `îbadet dikir
Ji nişka ve dîbû şikevta Herra
Hemî bûye rohnî ji mûm û çira
Li ser destê Cibrîl wehî jê re hat
Bi emrê Xuda roj li dunyê hilat
Bi lez rabû serxwe ewî mujde da
Bi dengê bilind wî bi navê Xuda
Bi dengê xwe bankir miletan temam
Ne ko bes `ereb lê hemî xas û `am
çi Rom û çi Firs û çi Tirk û Teter
çi Kurd û Ecem jî çi Hind û Qecer
Ko bawer bikin tev bi dînê temîz
çi mêr û çi jin hem çi xort û çi qîz
Ji mezna kesê ko kirî bawerî
Berî herkesî bû Ebû bekirî
Ji pişka biçûkan bû Elyê mezin
Xedîce berî her keç û pîrejin
Weharenge Telhet û Se`ed û Se`îd
Zibêrê Ewam hem jî Hemza `egîd
Eusmanê comerd û îmamê Eumer
Bi dîn re tebabûn ko bê ceng û şer
Eubêdê Verrah û kurrê Euf bizan
Tebabûn digel bê şek û bê guman
Li bin dara xurma ko wan her dehan
Bi sûnd û bi soz û bi dil û bi can
înan bawerî wan bi Pêximberî
Mûhemmed ji bo xwe kirin serwerî
Ko rabin ji bo dîn bikin ew xebat
Li navê Mûhemmed bikin esselat.
* * *
Destpêka olperestiyê
Serokê cîhan bîrwer û haştîxwaz
şahinşahê `alem li textê Hûcaz
Rêzanê bilind rêberê ol û dîn
Mamostayê zana li xakî zemîn
Dema hate meydan şehê namîdar
Digel wî `Elî ko bi dest Zulfeqar
Li dorê hemî dost û yar û heval
Bi wî re tebabûn bi can û bi mal
îşaret dikir wî bi destê temîz
Gerîn lêv û dev xweş bi bendên hedîs
Weharenge Pêximberê dilmezin
Go: ey alê Mekê çi mêr û çi jin
Werin guh bidêrin li peyvên Xuda
Gelek mîr û paşa çi jar û geda
Civîne li dorê ji tuxmê `ereb
Ji benda Ebû Cehl û bavê Leheb
Go: mizgîn didim we gelî mehrevan
Xuda şandime ez li qada cîhan
Baweryê bikin ez ko Pêximber im
Ji ola Xuda re bixwe rêber im
Bi zatê Xwedê hûn bikin bawerî
Bi min jî înan bin bi Pêximberî
Go: mizgîn bidim we, b` buhişta nemir
Azad bin ji dojê çi hûr û çi gir
Yê bawer nekî ew bi van gotinan
Mexabin dê ew bî gelek poşiman
Go: ev pût û lat û `uzza û senem
Ji wer fêde nakî bi qend yek derem
Betal in ji bin ev kilîşêd kevir
Hemî mane xayiz kesên ko li wir
Wê gavê Ebû Cahilê har û dîn
Berî da Mûhemmed bi kerb û bi kîn
Bi fort û gefa geh bi ceng û bi şer
Bi peyvên ne xweş tev sixêf û xeber
Wisa jê re gotî neyarê Xuda:
Kî ey sêwiyê pir feqîr û geda
Go:sûndê dixwim ez bi heblê mezzin
Bi lat û bi `uzza bi ola kevin
Tu carek dî rabî bi vê bangehê
Fermana te rakim ji vê Mekehê
Pêximber dima mest, demek pojinî
Lê paşê li rû wî nezanî kenî
Di pê re ewî dest bi jor hilveda
Bi peyvên di şêrîn di go:ey Xuda
Tu parêz bike miletêm her demî
Ji ber ko nezan û xeşîm in hemî
Ko dîn rohniya xwe bidî ser welat
Li navê Mûhemmed bikin esselat.
* * *
Baweriya gelek kesan bi olê
Di weqta Xuda ev cîhan afirand
Teb û mirx û hov û meriv tê`d civand
Hiyam û dem û dewr û çerx û felek
çi derya û gol tev bi geşt û kelek
Ko ev tav û `ewr û ev birq û ba
û ev roj û hîv û surra der siba
Ko her yek dikî kar ew di şopa Xweda
Bi dor digerin tev bi emrê Xuda
Eger ko neba ev nîzam û hîsab
Cîhan dê bima tim wêran û xerab
Weharenge Pêximberêd rêçenas
Ne bûna rêber ew ji bo `am û xas
Xweşî ne`d ketî der cîhanê tucar
Wê her dem bimaya di dest koledar
Ji rengê Ebû Cahil û Bû Leheb
Ji zengîn û hem xanedanêd `ereb
Pêximber di weqta ko deng da cûhan
Bi wehî û bi pend hem bi nutq û beyan
Ji dûr û ji nêzîk li dor bûn xelek
înan bawerî pê ji wana gelek
Ko Selmanê Faris ji tuxmê Ecem
Bi olê tebabû ji dûr hate cem
Umar ew ji Sûdan Sehîbî ji Rom
Bi dîn re tebabû li dor bûne kom
Ji şehrê Mekê ew Bilalê Hebeş
Ko ol eşkera kir bi wî dengê xweş
Dibê carekê yek meriv hate cem
Bi dest girt û lerzî ji ser ta qedem
Ji nişka ve rabû şehê dil mezin
Go:ey dost û yar û hevalên di min
Ne Kesra me îro ne jî Qeyser im
Ne xaqan û şah im ne jî begler im
Bi reng û qelafet ne j` we zêde me
Merivkî Xuda me yekî wek we me
çi tiştê dibêjim ji wer yek bi yek
Hemî wehî û peyvên Xudayê felek
Pêximber dema ko wisa wî di got
Dil û cerg û mêlak ji wan tev di sot
Ji wê rojê pêve ko xelk bir bi bir
Bi dîn re tebabûn çi hûr û çi gir
Ze`îmên `ereb pir li wan xweş nehat
Ko rojek ji rojan li hev bûn civat
Ko şêwra xwe danîn bi kerb û bi kîn
Bi kuştna Mûhemmed hemî axivîn
Hemî ew ko rabin bi ceng û bi şer
Ji Mekê hevalên di wî bikne der
Pêximber dema ko bihîst ev xeber
Mexabin gelek ma bi ax û keder
Gelek pojinî wê şevê dil bi xem
Ji nişka ve cibrîl ji jor hate cem
Silav lê kir û rûdinişt û kenî
Paşê jê re got: xem mexwe ezbenî
Metirs emebe dil bi xem tu tucar
Ji ber ko Xuda her bi ter alîkar
Wê ola pir deng bidî der zemîn
Wê dînê te bihjê heya Hind û çîn
De rabe xwe karke tu ey Ehmed
Bi bala kevin da biçin nêk Xuda
De fermo ey pêximberê umetê
Bi kêf û xweşî da biçin hedretê
Ji balayê jorîn ko ev mijde hat
Li navê Mûhemmed bikin esselat.
çûna wî li nêk Xuda
Ko Cibrîl dema gote wî ev suxwen
Pêximber helestî piya dev bi ken
Bi şahî berê xwe dida meqsedê
Heta ko bi çavan bibînit Xwedê
Ko Cibrîl digel wî tebabû bi şeb
Di roja dişem bîst û heftê receb
Ji şehrê Mekê ta bi Qudsê meşîn
Ji mizgefta Eqsa bi jor hilkişîn
Ji ser hîmê Yezdan bi bala ketin
Bi dergahê heq ew gihan ne`b çetin
Ko dengek dihatî ji nêk hezretê
Go: fermo ey Pêximberê ummetê
Pêlava xwe tenha ji pê der meke
Bi pêlava xwe `erşêm tu pîroz bike
Eya pendegîr ko ji xwer guh bidêr
Li meznahiya wî tu carek binêr
Di weqta ko Mûsa li ser wê riyê
Di dî agirek wî li hêla çiyê
çi pêtek bi şewq bû xuya bû ji dûr
Li jorê newalê li ser kohê Tûr
Li ba ket berî da çiyê wî merî
Ko bîne ji xwer hin ji wî agirî
Xuda bankirê go: linêk xwe bimîn
Newalapîroz e pêlava xwe dîn
Pêlava xwe Mûsa ji pê kir cida
Bi xwasî meşî bû huzûra Xuda
Binêre çi ferqek pir e ey bira
Bi meznahiya wî ji Pêximbera
Dema der vekir wî bi navê Xuda
Ji hêla newar pertewê hilveda
Xwe windakir û ew demek maye mest
Lê paşê li hember Xuda dest dibest
Vewesta li hember û ling kirne cot
Bi peyvên di şêrîn Pêximber digot
Selavêm bi pîroz li te ey Xuda
Bi vî rengî Yezdan li wî ho veda
Selavêm li te rêberê ola genc
Ewî go:li min û mirovên diqenc
Furuştan şehadet di dan hedretê
Nimêj nuh Xwedê ferkirî l` umetê
Dema şul temam bû, şehê namîdar
Li ser baskê Cibrîl ji jor hate xwar
Ji bala dema daketî Mekehê
Dî ko hê jî germe cihê xewgehê
Dema roj bi derket bi tîrêj û rav
Li çar goşê dunya kirî şewq û tav
Pêximber bi çûnê kirî deng û bas
Xelkê tev bihîstin hemî `am û xas
Jin û mêr bi carek bi balêv meşîn
Ehlê Mekehê tev bi ser hilweşîn
çi yar û heval bê jimar û hîsab
çi gawir çi bawerker û dilxerab
Ko yekser bi carek li wî bûn civat
Ji nêv wan ebû Cahilê bê xelat
Go:şerm û fehêt ke bese ey sehar
Tu çawa bi jor ket çilo hate xwar
Go:bi emrê Xuda ez bi bala ketim
Li ser baskê Cibrîl ji jor daketim
Ebû Cahilî go eger rast dibê
Li rêça di Qudsê çi dî wê şebê
Pêximber digo: karewanekî mezin
Li rê bû ne ser jê xuyabû ne bin
Bi ser bar û bin bar hemî ew şutur
Sibê rojhilat dê xuyakin ji vir
Hevalên di wî bawerî pê kirîn
Heçî gawir û dilxerab pê kenîn
Wê gavê pêxember helestî piyan
Wî bendek ji Qur`an di xwendî li wan
Kesê ko ola xwe ew bête der
Xwedê wê hinek fêris û cengewer
Dê ew bêne ser we bi şerkî giran
Mirovin `egîd û gelek pehlewan
Linêk pakî Yezdan giranqîmet in
Li wan nîne tirs û Xwedî heybet in
Ji wê ayetê hemî ketne hev
Dixwestin bizanin gelo kîne ev
îşaret dikir ber bi selman ewî
Go: ev yek ji wane we alên di wî
Ji va gotinan hem ji wê ayetê
Gawir dilxerab tev ketin heybetê
Ji hev ew bi carek dibûn tar û mar
Tenê man li wir bes heval hem jî yar
Ko sehwa Pêximber bi ser wan dihat
Li navê Mûhemmed bikin esselat.
Derketina Pêximber û
hevalên xwe ji Mekehê
Welatê Hucazê dibû hilekan
Mekeh bûye gog ew di hol û şegan
Musilman û gawir cidabûn ji hev
Bi kîn û bi azar ko aryane pev
Mexabin ko wan gawirên dînbetal
Gelek zor didan Ehmed p hem heval
Li dora pêximber civîn dost û yar
Ko çara me îdî nema ji dest neyar
Pêximber ko şêwrek giran wî dibest
Digel dost û yarên xwe yî olperest
Ji Mekê biçin ew bi Mûhacirî
Bi vî rengî şiwra hema çû serî
Hevalên di wî derketin ew bi meş
Ji Mekê berî dan welatê Hebeş
Necaşî ewî padîşahê mezin
Bi cîkirne ew derketî mêr û jin
Di pê wan re pêximber û hem heval
Ji Mekê hemî derketin koçemal
Bi emrê Xuda derketin ew piling
Berî dane şehrê Medîna çeleng
Ko karwan xuyakir li ser wê riyê
Jin û mêr hemî derketin pêşiyê
Pêximber û yar tev kirin wan selav
Ko himbêz kirin hev wekî law û bav
Bi yek deng û zarî digotin keçan:
Bixêr hatî ey padîşahê zeman
Ko heyva cîhan e tu ey şah û ser
Ji ruknê yemanî li me daye der
Sezaye li me em bikin xidmetê
Bi emrê te Pêximberê ummetê
Ji ber ko tu hatî bi emrê Xuda
Di rêça te de em bikin canfida
Ew naga Pêximber li wê tim siwar
Li dorê civîbûn meriv bê jimar
Ji hawêr meriv pir dihatin gelek
Li dora nagê wan dikirne xelek
Li hefsarê nagê gelek dest pelîn
Heya deng ji wan çûye jorê zemîn
Ji alî xwe ve her kesî ko dixwest
Bi mêvanya pêximberê olperest
Ji wan re dibûn çend meriv hoşemend
Weharenge gotin ewan ev du bend
Ko hefsar bi bestin li dora serî
Berî bidne bajêr bela ew herî
Li ber dergehê kê mexel hate ew
Mêvanê wî ye padîşahê bedew
Ewê `alemê tev biya wan kirin
Berî dane nagê ji cih rakirin
Ew naga Mûhemmed bi xeml û xêz
Berî dane bajêr li dû bûne rêz
Pêximber li wêna siwar hem digel
Li ber dergehê Bû Eyûb kir mexel
Dibû kêf û şahî li mala mezin
Tijî bûye hundir ji mêr û ji jin
Bi dîna Pêximber gelek şadibûn
Hinek rûdiniştin û hin radibûn
Ji ber `alemê mal tijî tim dima
Ji der û ji hundir tu rê tê nema
Pêximber bi zarê xweyî pir temîz
Di peyvî ji benda Qur`an û hedîs
Ko bavê Eyûb pir gelek berx û kar
Wî ser jêkirin çend şutur hem dewar
Weharenge tuxmê mih û hem jî pêz
Ji goşt û birincê mesef kirne rêz
Ji bona Mûhemmed wî ev nan dida
şehrî derketî ketne xêra Xuda
Di pêre Pêximber ewî mal bi mal
Belavkir li her malekê yek heval
Li bajarê Yesreb diman derketî
Li pey hev wehî ji nik Xuda daketî
Li ser destê cibrîl li gora demê
Li ser navê Pêximberê `alemê
Ketin hîretê ew xwedî pût û lat
Li navê Mûhemmed vikin esselat.
Cenga Bedir
Li Yesreb diman ew du sala temam
Ko rojek ji rojan dihat yek piyam
Ko karwanekî pir giran tev şutur
Ji şamê tê berê wî li hêla Bedir
Ko lokin hemî ew bi hejmar hezar
Digel karewan çil meriv kolejar
Digel kolejaran du mervên di xas
Bû Sifyan e yek yê di wî `Emrê `As
Ko ser bar û bin bar hemî dexil û dan
Ji sala ko ew sal bûha û giran
Sêsed kes Pêximber ko amade kir
Digel wan siwar bû, berî da Bedir
Kufara dema ko bihîstin piyam
Hezar kes ji Mekê siwar bûn temam
Li hinda Bedir tev gihiştîne hev
Ji toza siwara ko roj bûye şev
şîhîn ketye hespa şûra da reqîn
Xuşîna rimma qade sor bû ji xwîn
Ko soz da hevala wî Pêximberî
Go:lêxin buhuşt hatiye ber derî
Li ser karewanî dibû ceng û şer
Ji xwînê meşîn ew mesîl û çeper
Demek pir ne çû leşkerê ol û dîn
Heftê kuştibûn yê ko mayî revîn
Kirin erxekê ew hemî laş û term
Pêximber gotarek bi hêdî û nerm
Dixwendî li wa kuştiyan û mirî
Go: tiştê xudayê me got bir serî
Xudayê we yê ji hîm û kevir
çi tiştê ji wer go gelo ma çi kir
Yekî gote:ey rêberê `alemî
Bikêre dipeyvî, mirîne hemî
Pêximber digotê: bi sûnda mezin
Bizane ji wan hûn ne guhdartir in
Pêximber û yara wekî mirxê baz
Berî dane ayesreb gelek serfiraz
çi şahîk mezin ko bi ser wan ve hat
Li navê Mûhemmed bikin esselat.
Cenga Uhud
Ko bajarê Yesreb xweş û serfiraz
Cih û warê Pêximberê rêçenas
Dibû bingeha padîşahê cîhan
Dibû keşwer û payîtextê zeman
Di pê salekê re ji cenga Bedir
Bû Sifyan ji Mekê xwe amadekir
Digel sê hezar leşkerêd pêhlewan
Berî dane Yesreb, bi şerkî giran
Li Mekê meşîn lek bi lek bir bi bir
Daxwaza ewan heyf û tola Bedir
Berî dane Yesreb bi kerb û bi kîn
Tiyêd ceng û şer wek gurêd dev bi xwîn
Pêximber dema ko bihîst ev xeber
Ewî jî civandî hezar cengewer
Ji Yesreb meşîn bi xelîlî û def
Li çiyayê Uhud tev gihiştîne hev
Musulman û Gawir bi hev ariyan
Dibû şer di nêv wan newal û çiyan
Ko dijmin ji ber leşkerê ol û dîn
şikestin bi carek hemî tev revîn
Di dîtin ji derbê di wan pir cefa
Ji ber wan neyar tevketin berqefa
Mexabin Musilam bi mal daketin
Sîpahên di wan tev ji ber hev ketin
Ji nû ve neyar tev li wan zîvirîn
Wê gavê Musilman ji ber wan revîn
Nema kes di şer de ewê se`etê
Revîn bil ji Pêximberê ummetê
Hevalên di wî pir ji wî bûne dûr
Di hatine wî pir rim û gurz û şûr
Pêximber ketî erxekê bêguman
şikandin neyaran ji wî çend diran
Pêximber gelek nav di wana dida
Digo: ey Musilman û ehlêd Xuda
Metirsin ji cenga neyar hûn hemî
Vegeryan kirin cengeke Rustemî
Pêximber digel dost û yar û heval
Ji cenga Uhud tev vegeryane mal
Li Yesreb Musilman hemî bûn civat
Li navê Mûhemmed bikin esselat
Cenga Xundeq
Ko pênc sal temam bû ji wê hicretê
Neyarêd Xuda tev ketin heybetê
Ji Necdê heya dergehê Mekehê
Ji her êl û Nejid û `eşîr û rehê
Ze`îmên di wan tev li hevdû gerîn
Li mala Ebû Cahilî tev civîn
Bi sûndê ko şêwra hema çû serî
Ko peyda bikin deh hezar leşkerî
Berî bidne Yesreb bi cerdek mezin
Bi koç û bi mal û bi qîz û bi jin
Pêximber dema ko bihîst ev piyam
Heval û hemî yar civandin temam
Rûniştin digel hev bi şêwrek giran
Xwe parêz bikin da ji cerda giran
Ko Selmanê Faris bixwe ew li bal
Pêximber ji wî ra digo: ey heval
çi raya te ye ma ji vî leşkerî
çi kin em. Ewî gote:Pêximberî
Di vê xundeqek rumkê kûr û fireh
Bikolin li dor Yesrebê asîgeh
Bi vî rengî em xweş dikarin bi wan
Bi parêz ne şehrê ji cerda giran
Weharenge fikra ewê Farisî
Ko çêtir didîtin ji ya her kesî
Bi şiwra di Selman gelek şadibûn
Li ser wê diman û hemî radibûn
Sibê ehlê Yesreb çi jin û çi mêr
Amade dibûn tev digel tevr û bêr
Pêximber bi wî destê nerm û temîz
Dikola berî her jin û mêr û qîz
Ko xundeq dikolan bi roj û şebê
Ji rengê xelek wan li dor Yesrebê
Xelaskirne xundeq ji her çar kenar
Di pêre digirtîne ser wan neyar
Digel deh hezar leşkerêd behlewan
Mexabin nikarin êrîş bikne wan
Tu hesp qet nikarin xwe çengkin ji ser
Ji ber xundeqê ew hemî man li der
Ko konê xwe danîn li dorê bi rêz
Diyarî hevûdû ketin herdû hêz
Dihatîne hevûdû bi tîr û kevan
Ko mehkê seraser wisa her diman
Musilman `Emrê Uidê `amirî
Ji gawir dikuştin di nîva şerî
Lê paşê `icac û mûranek giran
Li wan radibû ew du roj û şevan
Hemî leşker û hem sîpahên neyar
Ji ber hev ketin tev dibûn tarûmar
Bû Sifyan û leşker ew cerda mezin
şikestin vegeryane mal mêr û jin
Musilman zeman xwe li wana dihet
Li navê Mûhemed bikin esselat
Li hevhatina Hûdeybê
Bi yek salê piştî şerê Xundeqê
Pêximber xwe karkir digel bêreqê
Bi sîpah û leşker bi kar û bi bar
Digel yek hezar hem jî çarsed siwar
Berî daye Ke`bê lê Bekr û Qûrêş
Li hinda Hudeybê hemî ketne pêş
Bi rûbarê hevdû ketin rû bi rû
Di nav wan de çêbû gelek geftûgo
Musilman û Gawir li hev hatibûn
Ko deh sale dî ew nekin şer bi tûn
Lê soza xwe Gawir ne bir bû serî
Ji Xoza`iyan kuştibûn yek merî
Pêximber gelek azirî bû li ser
Civandî ewî deh hezar cengewer
Berî daye Mekê bi ceng û bi şer
Belê hilnetanîn kesî dest li ber
Bû Sifyan û `Ebas tebabûn bi dîn
Ketin Mekehê bê şer û ceng û xwîn
Ko dîn eşkera bû, li mala Xuda
Li jorê meçîtê Bilal bang dida
Pêximber ko ew weqt û ew çax û dem
şikandin hemî pût û lat û senem
Mekî şermîsar man li ber alê dîn
Li mizgeft û mala Xwedê tev civîn
Pêximber ji nişka bi ser wan ve hat
Teva ser tewandin li dor bûn civat
Pêximber digo: ey `eşîra Qûrêş
Ji dest we medî pir cefa û dilêş
Go:çibkim ji we ez di vê se`etê
Ewab gote: Pêximberê ummetê
Birayê me ye hem tu lawê bira
çi ferman û emrê te ye ser sera
Pêximber digo: û li rû wan kenî
Me azad kirin hûn hemî ezbenî
Mekeh ko vekir bû wî Pêximberî
Berî daye Xeyber digel leşkerî
Wî Xeyber vekir piştî cengek giran
Tu dijmin li hember Mûhemed neman
Cizîra `ereb tev li ber wî vebû
Neman têde dijmin hemî berze bû
Ji derya Sipî ta tixûbê `Ecem
Ji behra Xelîc ta Cizîra Qerem
Hemî ketye bin destê şahê cîhan
Ko al hate hildan li xan û seran
Ji Xeyber vegerya şehê haştîxwaz
Berî daye Yesreb gelek serfîraz
Ko Yesreb dibû bingeha `ilm û dîn
Dibû keşwer û paytextê zemîn
Ji ola di nû şewqê daye welat
Li navê Mûhemed bikin esselat
Heca Xatira
Pêximber di sala dehê hicretê
Berî da Mekê ko hec û `umretê
Ji Yesreb bi derket digel sed hezar
Meriv pêr tebabûn peya û siwar
Dema ko ewî hec xelas kir temam
Li dorê civîbûn gelek xas û `am
Pêximber vewesta wê çax û demê
Gotarek dixwendî li wê `alemê
Digo: ey gelî xweş heval û bira,
Heca dawî ye ev Heca Xatira
Ji dewra cîhanê ji vê dewletê
Nêzîk maye barkim biçim axretê
Ko dunya betal û cefa ye me bes
çi ko payedar der cîhan nîne kes
Digel we dijîm ez di vê se`etê
Hemî guh bidêrin li vê şîretê
Di ola me de qet ne hin kolejar
Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar
Mirovên reş û gewr hemî wek hev in
Ji yek dê û bav in, hemî yek reh in
Kurê Adem in û Adem ji xak
Yê çêtir ew e yê bi karê xwe çak
Xwîn û `erz û malên di we li we heram
Xwedê ni`meta xwe li we kir, weselam
Gelek hêvî û tewqedar im ji we
Bi ola xwe bigrin me xatir ji we
Zimmîn ketye wê `alema bê jimar
Girîn tev li ser wî şehê namîdar
Pêximber vegerya Medîna çeleng
Digel dost û yara meşîn ne`b dereng
Emir şêst û sê sal çira mileta
Li Yesreb nexweş ket bi serêş û ta
Di roja duşembê diwazdê mehê
Di pê ko vegerya ji der Mekehê
Di pê yazde sala ji wê hicretê
Pêximber wefat kir çûbû rehmetê
Li Yesreb veşartin şehê ummetê
Li ber wî vebû dergehê cinnetê
Xwedê xemlandî buhişta `edin
Bi dîbac û istebreq û sundus in
çemê kewser û hingiv û xemr û şîr
Li qada bihiştê meşîn pendegîr
Cewahir belav bû l` bihuşta nemir
Zibercet û elmaz û yaqût û dir
Bi ber xemilîn ew rez û dehl û dar
Ji xurmew tirî mişmiş û hem hinnar
Ji tuxmê kulîlkêd zer û kesk û şîn
Di baxê bihuştê hemî bişkivîn
Ko bîn didin ew gulêd renge reng
Tilûr tê dixwînin bi awaz û deng
Furuşt rêz bi rêz bê hesab û jimar
Ketin ber selavê ji her çar kenar
şurust û perî tev ketin şehyetê
Ji bo dîtina serwerê ummetê
Xudayê dilovan bi navê xwe ke
Tu tîrêj ji rehma xwe bê par meke
Me parêz bike tu ji wê dojehê
Bihuştê ji me`r tu bikî bingehê
Me carek rehakî ji gunhê mezin
Wehem jî Musilman çi mêr û çi jin
Gelek hêvîdar im ji te ey Xuda
Me tevda bidî xatirê Ehmeda
Bi qasî hemî dar û ber û giya
Li ser canê Pêximber û Enbiya
Li ser canê şêx û melayên di qenc
Li ehlê Xwedê û mirovên di genc
Li dê û li bav û hemî salîhe
Li ser rûh û canê hema fatîhe…
*www.tirej.info