A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Idrîsê Barzanî
259 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Idrîsê Barzanî

Bira Idrîs ne wext bû ma çi zû vêga te barkir
Dilê pîs û neyar û dijminên kurda te şa kir
Bi pê çavê serok şahî li me tev lerz û ta bûn
Qelawizê xem û derdan li me dîsa xuya bûn
Tu bawer be keç û xort û pîr û kal mest û gêjin
Li ser te ew dilop û hêstirên xwînê dirêjim
Ne wek Sedam dibêje tu bi dest wan hate kuştin
Sedam Iraq xerakir wî du sed xort tê nehiştin
ji sîka xwe ditirse herdem û roj û êvara
Bexda û Faw û Besra çûn li ber topê neyara
Gelo raste qeder herdem digel me ew bi kîne
Bi kuştin geh bi talan û timî şopa me xwîne
Di vê dewra cîhanê bo gelan mizgînê xweş tên
Xelata me bi dest çerxa felek kuncîlê reş tên
Bizane ey felek kurd tev de şêrin dev bi xwînin
Ji dijmin re tucarî ew serê xwe natewînin
Fidakarin li hevrazê çiyane ew şev û roj
Li xwînrêj û setemkara timî jînê dikin doj
Ji tarîxê pipirse kurd xwedawend û keya bûn
Mîtan û Mîd û Merwanî xwedî tac û sera bûn
Serekdar bûne guhderz, Restem û Xesro, Firîdon
Salyan distandin wa`j Eskender û Aşûr û Sercon
Bi xwe dîsa ewin îro ne kêmin û ne yaxin
Xwedî tarîx û torin kok û qurmin ew neşaxin
Tucarî ew li ser mafê xwe nadin jînperstin
Di meydana şer û cengê de qet nayên şiketin
Azadî ne bi lava ye bi dev berno û şûre
Millet tevde li kare lê belê warê me dûre
şop û rêça Berzanî daye ber me dê biserdin
Bi comerdî emê xwînê birêjin ser biderdin
Wê rojek bê çi dûr nêzîk emê bighêjne wara
Emê bên der ji bindestê setemkar û neyara
Hezar û nehsed û heştê û heft,yekê sibatê
Birayê me bi êşa dil mixabin çû wefatê
şev û rojan timî Tîrêj bi lav û bendeware
Kaka Idrîs heazr rehmet li gora te bibare.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê