Seydayê Tîrêj - Siyamend û Xecê (Destan)
`kurtepeyvek ji tarîxa silîva`
silîva ji dewra kevin de heye
neha jî li ser çax û dewra xwe ye
bi dehil û baxe bi çem û bi av
ji sînga çiyê derdibin çend sîlav
timî lê buhare kulîlk û giya
li jêrê wê deşte li jorê çiya
buhiştek xuda ye li xakî zemîn
berê ew bi navê meya fareqîn
ne dûre ji havîngehên ber ferêt
bi nav û bi deng bûye bûka welêt
ji berya hezar sal meya fareqîn
dibû dewletek serbixwe nazenîn
dema bûye dewlet bi serxwev dihat
dibû bingeh û paytextê welat
serek bazê dostik dibû pêşewa
ji bajarê amed heya neynewa
ji xabûr û dicle heya bê ferat
ketî destê kurda gelê rojhilat
sed û salekê kurd dima xundekar
li ser destê sulcoqiyan hate xwar
dîrok pir dirêje ji herdû ciya
lê behsa me vêga li ser sêwiya
Destpêk
Di şehrê silîvan de sêwîk hebû
Di bin destê amoj û apê debû
Bi navê siyamend ne bav û ne da
Ne xuşk û bira, xeyrî rehma xuda
Perîşan û xwas û gurî ser bi ken
Di axur de tim radiza ew reben
Emir bûye deh sal dima bê xwedî
Di dinyê de rojek xwe yî xweş nedî
Tucar têr nebû ew ji nanê tisî
Xwedê neyne jaro serê her kesî
Jin apê siba radikir ew ji xew
Dikir herdû destan ewê nan û dew
Berê wî dida cot ku guryê qedê
Ji apê re taştê bibî sersedê
Newêrî bi dûr baji texma derî
Ku xelkê ji sosret didane serî
Bi çûkan didan dû bi kevr û kuça
Ji tirsa xwe davête xort û keça
Felek malxerabê bi zêr û zeber
Li anyê nivîsandibû ev qeder
Kesê qels tu najo dibin xurte mêr
Li wan teng meke ew dibin tayê şêr
Ji ber wan nekir der li wir `ingirî
Di nav wan de bû qarîş û berberî
Siyamend ji ber wan xweda hêlekê
Ku xencereke zîvî dida kêlekê
Dikir er xwe çîpek ji çîpa devê
Berî da xerabyê bi roj û şevê
Xerabî dikir wî bi roj û bi şev
Ku zarok ji ber tîş dibûn ew ji hev
Li taxê diçû û dihat wek pilink
Ku zarok ji ber tev ketin hişke ling
Ji derbê Siyamend ketin hundira
Ji tirsa siyamend ketin axura
Êrîş tim dida wan ji herçar ciya
Bi çîpa devê geh bi kuçkaniya
Di pêre xwe berda çiyê cengewer
Ji bajêr birîne hemî rê û der
Dibû pehlewanek dibû cengevan
Ji bajêr ewî qutkirin aşivan
Nema kes dikarî bidî ser riya
Nema kes ji bajêr diçî nav çiya
Li vir yek birînkir li wir guh birî
Ker û ga û çêlek diman bê terî
Ji ber ku setem dî ji xelkê gelek
Li dunyê tu qencî nekir pê felek
Ketin ber qelaqê ji destê gurî
Bi xêr û xweşî ew ji wan nagerî
Wekî serxweşan ew bi cama şerab
Didan ber hevûdû çi qenc û xerab
Ji kerbê cîhanê ji qehra demê
Tu qencî nekir wî bi vê alamê
Bi kîn û bi gir bû li xelkê teva
Bi xencereke zîvî bi çîpa deva
Firavîn û şîv tim dilê koviya
şikeft xewgeha wî pilingê çiya
şevek raketî bû ne ilm û xeber
Ji nişkave xocê xidir hate ser
Bi herdû piyan wî digirt û hejand
Ser û pişt û qorik bi ser hev civand
çi awir didanê wekî melkemot
Bi kerb û bi kîn û bi xeyd jêre got
Siyamend bese ev setem ev cefa
Li xelkê tu herdem dixwî van gefa
Tu xort û ciwanî kurek ber zewac
Ji xelkê tu distînî salyan û bac
Hebûn wek te zalim li dunyê b`sedan
Bela xwe teva dîn ji destê xweda
Tu zilmê dikî li kesê bê gunah
Xuda tim ji bo wane pişt û pinah
Tê ya xwe bibînî bi derd û xema
Siyamend cihê te li vêde nema
Nema tê bi kêrî te ev war û cî
Dibê rojhilatê ji vêde biçî
Silîva jin û mêr li te bûne yek
Te nahilne sax bes ev zilma gelek
Eger tengezar bû bi deryê revê
Hewar ke tu xewna di nîvê şevê
çi wexta bixwazî ez amademe
Metirse siyamend li pişta teme
Siyamend sibê radibû ew ji xew
Dizanî ku raste ne xewnek derew
Bi çavin dihêstir bi dilkî şewat
Bi rêket berê wî kete rojhilat
Berê xwe dida oxirê çav belek
Li ba ket û pişta xwe daye felek
Du roj û şeva ew li gunda gerî
Li gundê umer beg bi şev hêwirî
Umer beg hebûn wî du hespên beza
Li wan pir xwedî bû ji tirsa diza
Lehengê Siyamend peyê cengewer
Dibû sayîsê herdû hespên Umer
Du sala li cem ma xerîb û ne nas
Tena qutkî kurka bi kevnek kiras
Sibakê de dijmin bi ceng û bi şer
Bi qewxe bi cerdek giran hate ser
Di gunde nehiştin tu pez û dewar
Ne gicgic ne hoho li wan bû hewar
Li hespa siwar bûn li gund kes nema
Berî dane cengê bi gurz û rima
Ji şûr û rima ew dihatine hev
Ji toza siwara ku roj bûye şev
Siyamend siwar hat li hespet Umer
Berî daye cengê bi hêz û huner
Di şer de bi hêç ketye mîna devê
Hewar kirye xewna di nîva şevê
Bi çîpa devê laş kirin bê jimar
Ku cerda giran jev kirî tar û mar
Siyamend di wê rojê pêda hemî
Li dijmin dikir cengeke ristemî
Siwarê bi nav û bi deng serbilind
Dida ber xwe talan berî daye gund
Xweşî ketye gund tax bi tax mal bi mal
Diçûn pêşiya wî lehengê şepal
Ku emrek dirêj gundiya jêre xwest
Bi lîrlîr du baqê gula dane dest
Êvarê civata Umer beg gerî
Berî da civatê bi wan şêwirî
Gelo ma sezayê Siyamend çiye?
Ku talan ji destê neyar anîye
Civatê teva got bi heqya xwedê
Keç ya xwe zelîxa diyarî bidê
Emê bistirên pê ji zerfê demê
Tu mêr wek wî nînin di vê alemê
Umer beg dukes rêkirin axurî
Ku bînin civatê wî xortê zerî
Di axur debû lev dixist ka û dêm
Bi hespa ve bû ew bi tîmar û êm
Ji nişka ve dî ku di xortên şepal
Li ber dergehin ew divên bêne bal
Ewî go kerem kin gelî yawira
Ewan gote fermo dîwanê bira
Di gel wan dihatî dîwana xweser
Bi tore dirûnişt li henber Umer
Umer gote wî pir bi xêrê tu hat
Ji deşta silîva li me rojhilat
Bijî qehremanê bi kêr û lebak
Pilingê hekar û çiyayê şikak
Di heqê tede min tu qencî nekir
Gelek poşîmanim li min tu negir
Delala xwe ya ber dilê bav û dê
Mi da te bi qewl û resûlê xwedê
Ewî go sipasim ji te ez benî
Zelîxa tu zanî ku xuşka minî
Eger rast dixwazî tu qenciyê bikî
Ji wan herdû hespan bidî min yekî
Ku ez têr bibînim ji xwer vê dinê
Ne wexte çikin ji dewxa jinê
Ne xuşk û birame ne dê û ne bav
Ne mal û ne milkim ne zêr û dirav
Siwar bim li hesp têkevim li ser riya
Bikim kêf û seyran li deşt û çiya
Deverekê nehêlim tu cî û dera
Hekar û şikaka heya heydera
Ji bîr kim kul û êş derd û xema
Begê min tu nanê min li vî cî nema
Ji ber ku me zilm û setem dî gelek
Binê ka ji min wê çikî ev felek
Civat tev li halê siyamend girîn
Umer got çi hespî dixwazî werîn
Siyamend sibê radibû ew ji xew
Diçû tewlexana di hespên xwe ew
Dirêxistî hespek bi serc û bi zîn
Berî daye oda Umer xemcivîn
Siyamend bi tor û edeb hate dest
Digot: ey begê min ev yê mi xwest
Umer go: tu xêrê gelek jê bibîn
Pîroz û diyarî te be hesp û zîn
Diravin didayê ji bo xerciyê
Li ba ket berî da pesara çiyê
Li deşt û çiya ew siwarê tenê
Dikir geşt û seyran li sewra dinê
Xwarin ji goşt û dilê koviya
Vexwarin ji ava devê kaniya
çi êmîşê dara hebû jê dixwar
çi sêv û çi hirmê bîhok û hinar
Bi şev radiza ew di baxê`d gula
Siba radibû ew digel bilbila
Di salê me da ger xweş e şeş meha
Di benga buhara di havîngeha
çi pêta dil û can hemî pê dikuşt
Kul û derd û xem wî di dil xwe nehişt
Sibakê dirabû ji benda reza
Siwar bû li demilqeranê beza
Berî daye gundê li binya çiyê
Ewî dî mirovek li texma riyê
Dibakir Siyamend siwaro veger
Ewê çûk bitirsin ji hespê qumer
Tu gavek dî pêş bê ji te zêde ye
Ku çûkek here ew bi xwîna te ye
şîhîn ketye hesp cî guhestin hema
Firîn ketye çûkan li wir yek nema
Êrîş da Siyamend Qeregêtiran
Bi çogan dihatê bi şerkî giran
Siyamend peyabû bi çîpa devê
Hewar kirye xewna di nîva şevê
Berî dane hev wekî gurêd devbixwîn
Bi çogan û çîpa devê bû reqîn
Ketin pêx û ber çeng ji herçar kenar
Wekî cengê rustem û esfendeyar
Bi nigdanberê geh bi rîp û bi fen
Siyamend li erdê dixist ew reben
Wek hûto dihatî xwe lê kir bele
Du hilfa negirt xwe li ber wî mele
Siyamend wek boxê birîva bi deng
Berî daye boxê silo beg bi ceng
Li şehrê nisêbîn gihiştine hev
Hihatine hevûdû ne tirs û ne rev
Hevûdû bi navê digirtin bi dest
Lê boxê silo beg ji ber wî şikest
Siyamend dibû serfirazê demê
Dibû qehremanek li wê alemê
Qeregêtiran ew lehengê mezin
Tu qedr û tu rûmet ne ma wî ji bin
Ewî go Siyamend nebînî mi kêm
Ku carek heye ez bi kêrî te bêm
Bi destê mi bigre ji erdê mi rak
Were em bi hevre bibin destbirak
Siyamend bi dest girt û rakir piya
Bibûn wek birayên ji bav diya
Qeregêtran go bi soz ez benî
Birayê biçûkim tu meznê minî
Ne bav û ne dê me ne xuşk û bira
Xerîb û nenasim bi xwe l`van dera
De fermo bi min re birayê delal
Gelek westine ku em herne mal
Keç û xort li dor wan dikirne xelek
Bi hevre berî dane birca belek
çi xanîkî xweş pir dirêj û fire
Ji Qişla silo beg gelek xweştire
Wek eywanî kesra bi neqş û nîgar
Bi dehl û bi baxe ji herçar kenar
Xelatê felek pê kişandî qlem
Di mizgîn de nayê buhişta îrem
Ji birca li babil qiyas girtiye
Kela dimdimê xan ji ber vê çiye
Nizanim çi bêjim çi pesnî bidim
Wekî şehneşîna paşayê ecem
Ketin hundirû ew ji hêla derî
Siyamend rûnişt û l`xanî nerî
şewityû ne xana xwedê be dilo
Bela sed qeda bê li xaniyê wilo
Ne derge ne pencer dirêjî du gav
Ne kunc bixêrîk ne cîcerk û av
Ne arvan û dane ne nîsk û kewar
Ku terya du mişka de lê nabe ar
Ne serşok û risil û kulîn û nivîn
Ne tas û beroş û ne teşt û misîn
Tu cil têde nînin ne merş û kulav
çi erdek herî tev dilop û çirav
Du cewrê sega tê dikin warewar
Nerîna pisîkan bi qîr û hewar
Li hundir girêdaye tajîk bi cil
Refê kêş û mêşa li ser poz û mil
Reş û tariye qet ne rok û ne ba
Ne bihna buharê ne sura siba
Hema rabû serxwe wekî dîn û har
Ser û ban bi ser hevde anîne xwar
Bi destê wî girt û dida ber xwe ew
Ji wî re kirî hespekî pir bedew
Li hespa siwar bûn ji kêfa dila
Berî dan şikak û hekar û mila
Digeryan li nava eşîrên giran
Li cibra û zîla heya heydera
Vegeryane paşê siwarêd lebak
Berî dane êl û êrîşa şikak
Dema daketin ew ji jora çiyê
Ku hepê xwe av din li ser kaniyê
Li rê dîn keçek pir çeleng û bedew
Cerek av li mil ber bi malê ye ew
Siwara didan dû heya ber derî
Xecê ketye hewşê li wan zîvirî
Kermkin peyabin gelî cindiyan
We kêşaye zehmet li ser van riya
Xuyane mêvanin xerîbin ji dûr
Kesin aştîxwazin neyêd gurz û şûr
Bi ehla û sehla û gelkî bi xêr
Li ser çav û gava siwarên bi kêr
Peyabûn berî dane birca bilind
çi dîwaneke xweş li baxerbî gund
Bi xalîçe raxistiye gem bi gem
Ber û cil seraser ji neqşê ecem
Dîwar tev bi resmê piling û şepal
Pozê kovî û şêr û xişfêd xezal
Ji herçar kenara xuyane li wir
Sitêrkên zeberced û elmas û dir
Rûniştin li ser wan cilên rengereng
Kulav û dîbacêd bi nav û bi deng
Xecê xwarn anî di wê se`etê
Bi pozê çilagî bi bejnek zirav
Bi çeplên dirêj û bi keys û fesal
Hiş û aqlê wê dimaye li bal
Dema hevdû dîtin ji hev têr nebûn
Di çola evînê de winda dibûn
Evînî li wan xweş dibû wek şekir
Ku meyla dila pir li wan zêde kir
îşaret bi çavan didan herduwa
Bi hev dane zanîn evîna xwe wa
Bi dilkî melûlî xecê hate mal
Evînê bi wê ra nehiştî tu hal
Xecê dê û bav û bira tev birin
Ewê tev bi hevra didan naskirin
Dibê wek ji malêne herdû bira
Bi xwarin vexwarin bi çûna dera
Xecê bes tenê dibnisî roj bi roj
Ku eywan û hundir li wê bûne doj
Ji pêta evînê dibû tengezar
Evînê hilandî ji wêna du par
Dibê rojekê herdiwa hev didîn
Xecê go: Siyamend were mi`b revîn
Siyamend digot: ey keça beglera
Kuramên te heftin xuha çar bira
şikaka eşîrek girane xecê
Nikarim ji te ez dikim vê recê
Tu xweş zane ez û Qeregêtiran
Xerîbin di nava eşîrek giran
Ji ber ku me nîne tu cî û tu war
Xelasya me nîne ji ber wan tucar
Xecê got: metirse berî rojhilat
Xwe bavêne bextê sîpanê xelat
Li xanê lewenda li qafê çiyê
Emê bistirin tev ji ber gaziyê
Timî berf û baye timî lê mija
Stara firara cihê mêrkuja
Derabin xwe karkin bi hêla xwedê
Emê tevde îşev gihên meqsedê
Ji çek û silahên riza beg du şûr
Hilanîn ji bo wê riya tirs û dûr
Tîmar kirne hesp wan ji bona revê
Xwe karkirne wêga biçin wê şevê
Ku reş ketye erdê ketin ser riyê
Bi sarya sibê re gihiştin çiyê
Bi roj hilkişîn rê bi teht û kevir
Gihiştine xanê lewenda esir
Timî berf û baye timî sermeye
Bi şev hêwirîn tev li mala keye
Sibê rojhilat wî keyê şareza
Zevîk da siyamend li textê reza
Bi serhevde anîn du xanî bi hewş
Digirtin bi mircaq û pûş û bi kewş
Ji nû mehr birîne bi reqs û cifat
Xecê bû kevanî li kohê xelat
Siyamend dima ew bi tîr û kevan
Qeregêteran haris û dergevan
Mijûl ma Siyamend bi nêçîr û rav
Li pê koviyan cî bi cî gav bi gav
Siyamend sibakê li texma çiyê
Ji nişka xezalek ketî pêşiyê
Xezalê ji tirsa xwe berda ji kaş
Revî ber bi jêr ve siwar ma li paş
Siwar sertêdanî li vir geh li wir
Hetanî bi esrê tu çîq pê nekir
Ji esrê û pêve çiqasî nerî
Ji ber çav ketî ew xezala berî
Ji nişka siwarek xuya bû bi zîn
Berî da siyamend bi kerb û bi kîn
Ji dûr ba kirê ho kesê bê mejî
Li çî xwed gerî tu li çola bejî
Tu napirse carek çi rast û derew
Gelo ev dever ma cihê kêye ew
Ku rojek ji emrê te mabî gelek
Ku bavê te be Qehremanê felek
Êrîş dane herdû bi şerkî mezin
Bi şûr û rima geh bi gurzên hesin
Bi navê dilîstin bi kîn û bi gir
Neyarê Siyamend li wî zêdekir
Ji hawhaw diket ma bi çavê revê
Ji nû hate bîra wî xewna şevê
Derîkî ji xêrê xwedê lê vekir
Ji nû ve hewar kirye xocê xidir
Siwar lê nema bû tu hêz û qewet
Wekî termekî ew di bin wî diket
Esîr ma di destê Siyamend hejar
Bi wî dixwest ser bikî lê du par
Mexabin didî qîzeke domizî
Bi cotek guhar û bi bisk û kezî
şûr avête ji dest xwe bi hêz û huner
Li min be bi qîzkêr dikim ceng û şer
Ne ez bim ne navê min be ey gurî
Sed ax û xewlî bê li nava serî
Ewê gote: xorto xwe gelkî nebîn
Mi pir wek te gêr kirne xakî zemîn
Te zora min ne dibir pilngê xelat
Lê xocê xidir zû di hana te hat
Elîfa bi nav û deng im gurî
Li şûrêm nivîsandiye sed mirî
çiqasî tu mêr be ne tayê minî
Du`a bik ji xocê xwe re ez benî
Gelek dîl û hêsîr li nik min hene
Ku dexmam li enya pirê wek tene
Derabe digel min ku em herne mal
Bi çavê tevda bibîn ey heval
Bi hevre dihatin şikeftek mezin
Fireh û dirêj e ne ser û ne bin
Civatek dixun têde goşt û girar
Di dawya şikeftê de pez û dewar
Siyamend li wê der dima wê şevê
Bi sehw û bi tirs û bi çavin revê
Elîfê sibê radibû rojhilat
Ji xew radikirin yek bi yek ew civat
Digot ev dewar û pez û van pera
Di nav hevde parkin hemî wek bira
Esîrêd minin hûn heyanî niha
Berî bidne malên di xwe hûn reha
Gumîn ketye wan girtiyên mah û sal
Helal dane ber xwe berî dane mal
Elîfê û Siyamend didan ser riyê
Berî roj biçî xwar gihiştin çiyê
Li xanê lewenda dibû şademan
Elîfê didane Qeregêteran
Demek xweş bi here buhartin ewa
Bi nêçîr p seyda evor û kewa
Di kêfê dene lê nizanin gelek
Li ser wan çi tiştî drêsî felek
Felek xayine her dem û gav û wext
Ne ol û ne dîne ne soz ne bext
Xwe jê vegre dosto gelek koneye
Heval jêre nînin li ber a xwe ye
Xwe nespêrê jaro bi dil paqijî
Bi yek awira tûj ewê teb kujî
Piyala li ber wê tijî tim li dev
Ji xwîna me vedxî bi roj û bi şev
Timî serxweşe ew bi wê badeyê
Tucar têr venaxwî ji wê madeyê
Tucarê tu bawer mebe pê temîn
Gelek xapînoke bi gir û bi kîn
Ji dewra kevin dijmin e ne jniha
Ji kewna berê de bi sal û meha
Dikî şev dikî roj bi kêfa xwe ye
Demê ku diçin tev ji emrê me ye
Gelek şareza ye bi weyn û bi fen
Bi hîlên xwe dersê didî ehrîmen
Xwe parêz ke jê ey birakê gurî
Hevaltî bi kes re ne bir ye serî
Sibakê li madê xecokê nerî
çi ta`l û ne xweş çav bi hêsr û girî
Siyamend digotî xeca min çima?
Cihanê xerakim bi gurz rima
Ez saxim li dinyê tu bigrî wisa
Bela min neçî ber derê her kesa
Dilopek ji hêsrê te nadim timî
Bi milk û bi malê cîhanê hemî
Bi qehr û girînê xecê gote wî
Elîfê ji min re bûye wek hewî
Dibêje tu xwestya begê heydera
Tu qîza riza beg xuha çar bira
Te terka teva kir te da dû gurî
Te qîma xwe anî bi vî serserî
şikaka hebûn têde xortên lewend
Hemî xanedan û hemî dewlemend
Kuramên te heft bûn bi nav û bi deng
Di cenga neyaran de şêr û piling
Te da dû evê dev genî û çepel
Timî ser di ber de gurî çavnexel
Du kaşone lingên di wî serşepî
Ku bin çeng û pêsîr bi rişk û sipî
Tu çawa bi dû ket xeca bê mejî
Kuramê xwe hiştin birayêd xwe jî
Siyamend ji nişka wekî melkemot
Sivik da xwe çav lê dibûn wek pizot
Ji qehra kekê xwe û elîfê, gurî
Bi lahor serê herdiwan pê birî
Di pê ku dikuştin dimane tenê
Di çav wî de reş bûye rewşa dinê
Sibê zû siyamend berî da çiyê
Mexabin nizanî çi tê pêşiyê
Bi nêçîr û seydê diket nijdevan
Birîn kirye kovîk bi tîr û kevan
Birîn germ bû kovî ji ber kulkulî
Birîn sar dibû lê li texma gelî
Belengazê kovî ketî wê derê
Siyamend gihayê dida xencerê
Ji ber jan û êşê li hev wegerî
Xwe tev da quloç ket pêsîra Gurî
Li hev duqlipî hêz dida çar kenar
Siyamend ji jora gelî hate xwar
Di piştê de rabû dinîva gelî
Xîpek darbi`êv bostek û çar tilî
Di wexta ecel bê çi roj û çi şeb
Xuda jêre tiştkî dikî wek sebeb
Ecêba serê heft ecêba were
Nêçîrva bi destê nêçîrê here
Ev e hukmeta vî xwedayê mezin
Surek kûr û dûr ji dewra kevin de
Ro hatî delava ji seydê nehat
Xecê şop gerandî li kohê xelat
Li rast û li çep geh li jêr û li jor
Xecê hate ser term û laşê evor
Didî nalenalek ji jêre gelî
Siyamend li ser dareke sê gulî
Di piştê de xîûek çilo çoye xwar
Dinalî mexabin ne han û hewar
Xecê da girî çav dibûn wek pizot
Li ser halê xwe û siyamend digt:
Heware heware siyamend hewar
Heware me dûre şikak û hekar
Heware li êl û eşîra mila
Li kîka û mîr û begê gurdila
Heware li kurda li cerda giran
Li zîla û cibra û heya heydera
Li hûtê binê behra wanê hewar
Li şêr û pilingêd sîpanê hewar
Bi hevî ji tevda dikim vê recê
Hemû bên di hana qijoka xecê
Siyamend digotê xecoka mi bes
Ji sîpan di hana me nayên tu kes
Dikim kêferatê li ber vî rihî
Tu bigrî tu negrî qeder namihî
Tu daw û delingên xwe hildî xecê
Ji saxya min êdî neke qet recê
Berî bid şikaka li xan û serê
Xwe bighîne mala xwe ya wek berê
Tu hêja ciwanî bibînî yekî
Ji dêvla Siyamend ji xwer xortekî
Tu sal û zemanên di xwe ey delal
Bibuhrîn tu vêra bi zarok û mal
Ku lawek te çêbû xeca çav belek
Du dengan bilîlîn ji kerbê felek
Di nîvê çeva de dema azirî
Bi dergûşê bigir û biheşîn perî
Binuhrîn tu pêre bi dilkî birîn
Siyamend li sîpan di bîra xwe bîn
Felek mal xerabê serî l`me gerand
Ku destê me herduwa ji hev raqetand
Li dinyê gelek em bi hev şa nebûn
Viyanê me badî hewa tevde çûn
Xecê go: Siyamend bi sûnda mezin
Bi navê xwedayê hemî ins û cin
Herambî li canê mi kevne jinê
Di piştî te re mêr li darê dinê
Pepûka ewê kêferatê ez im
Qijoka sîpanê xelatê ez im
Sîpanê xelatê bi berf û bi ba
Cih û peygera wehş û hov û teba
Hewar kim li dar û berê van çiya
Li hova teba lê ji bil koviya
Erê koviyê malxerabo çima?
Te hiştim di nîva kulan û xema
Siyamend revandî ji ber vî dilî
Ji kerba te avête nîva gelî
Erê dar bi`êvê tu bû melkemot
Te kuştî Siyamend te cergê min sot
Menale Siyamend bi gorî menal
Xerîba welat im ne ap û ne xal
Felek wax li serê min geryaye bes
Tenê bê xwedî me ne kûs û ne kes
Berê bi ku dim xeco porkurê
Bi şerm û fihêtim ji bav û birê
Mitala meke ez dêrana te me
Xwe bavêm gelî ez mêvana teme
Siyamend digotî: xeca min mebêj
Ji çavên belek hêsran bes birêj
Xuda ku çi deyne li enya merî
çi dûr û çi nêzîk ewê bê serî
Bela min girane dilêm najenî
çi xwîna ku tê xwar ji laşê min î
Ji bona mi jarî xwe mek can fida
Dikim va herim ez diyarî xuda
Qûnaxa min dûre li min bû dereng
Xwe navê gelî vî cihê kûr û teng
Reca min ji te bes bikî leclecê
Tu goram bikolî li vî cî xecê
Li ser min bişîrşîr kin teyr û tulûr
Di gel dengê qaz û qulingan ji dûr
Siba bê min dengê bilûra şivan
Digel qebqeba kewribatê zeman
Li dor min biçînî ji hewdê gula
Li ser min birêsin refêd bilbila
Bila darbi`êv tim hebe sê gulî
Bi navê Siyamend bimînî gelî
Wê dara mirada be ev dar bi`êv
Evîndar li dorbin bi roj û bi şêv
Weha got û êdî nema dev gerî
Mexabin Siyamend li wî cî mirî
Xecê kirye fîxan bi ax û keser
Ji jora çiyê wê xwe avête ser
Ji hiş çû bi carek nema bû qewet
Li ser term û laşê Siyamend diket
Xwe himbêzî hevdû kirin mêr û jin
Ruhê xwe sipartin xudayê mezin
Berî dan cihê heq ji dunya betal
Li pê xwe ne hiştin tu milk û tu mal
Li xanê lewenda dibû berbere
Gelek por li ser wan diçûne pere
Di qurmê bi`îvê ewa sêgulî
Ku herdu veşartin di nîva gelî
Dibûne ziyaretgeha dilgiran
Dibûn serwerê `aşiq û dilberan
Gelî ma ji sal û zeman û meha
Bi gelyê Siyamend hetanî niha
Buhara bi şîn vedibe ew sê gulî
Kulîlk digirnê pir wek ax û xwelî
Bi emrê xuda kovî û ew evor
Ji darê dixwun wan kulîlkên di sor
Ji ber vê yekê dar timî bê bere
Ku nagrî bi`îvan melûl û zere
Surê vê cîhanê xerîbin bira
Kitêb têde nadî xeber eşkera
Kuta bû dîroka gurî û xecê
Belê ez ji xwenda dikim vê recê
Dizanim bi xwe şaşiyên min pirin
Li ser min nekin bar di min bibhurin
Meriv kême yezdan çiqa hiş bidê
Kemal nîne xeyrî kemala xwedê
çi tiştê ji min hat ev e yên me got
Emir min di karê edeb de firot
Me qîma xwe nanî bi malê dinê
Ji ketme warê nivîsandinê
Xecê û Siyamend wekî Mem û Zîn
Me xistin dîrokê berî bên dizîn
Ne firsin ne tirkin ne jî ermen in
Ji koka xwe kurdin tarîxa menin
Dibêjin çiyayê şikak û silîv
Ji kevin de ne me`dena zêr û zîv
Bi serhatiyên me gelek berze bûn
Hiyamin dirêj ku di ser wan re çûn
çi bibhîze deyne kekê xwendevan
Berî jê bibûrin tu wext û zeman
Me parêz ke yezdan ji yên zik direş
Me tevda bidî ser riya rast û xweş
Tîrêj tim berê wî bide qenciyê
Tu rehber bî jê ra heya dawiyê
*http://www.tirej.info/
**Rêzkirna tîpan:
Ibrahim Heso
Nevyê seydayê tîrêj