A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyfedînê Welekorî - Kurd û Mirin
293 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyfedînê Welekorî - Kurd û Mirin

Kurd û Mirin çiqas dişibin hev,
Li rû cîhanê herdû jî bê Welatin.

Hey qedera min ez çûme kêderê,
Mirinê berîya min xweda bû wê derê
Tu zanî mirinê qet hêşya konê xwe,
Ji hêşya konê min ranekirye û neçûye…?

Kurd û Mirin felqe cêwîne;
Qet bê hev nabin ji hev ne cudane,
Li rû cîhanê bi hevra rêwîne
Ji xelqê yek, ji Kurda deh birine
Hey feleka malxirab ev maf nîne…!

Kurd li kuderê be, mirin li bere,
Mirin li kê derê be Kurd li hembere.
Kurd ji mirinêra bûne şênî û cînar
Mirin ji mera bûye gund û cîhû ware
Ma ev jîyane an ji bo me qedere…?

Mirin xarineka bê teme û bê deme
Tim li ser sifra mezlûma tisî maye,
Roj û şev dan û dem ji bonê nemaye
Ge li deştê geh jî li ser serê çîya ye
Ji ber zordestîya zalima tim para meye

Kurdê xwedî şerer ji mirinê qet natirse,
Mirin jî, ji Kurdê bê namûs qet napirse,
Tim li ser xaka Kurdistanê pise pise
Digere li nav mal û konên warên bê hise
Mirin bêwexte wexta were kes pê nahese.

Mirin weke barana ewrê zelal û sayî’ye,
Her gav û dema li ser wargehê Kurda’ye,
Ji ber sedema bê warû bê welatiyê ye
Ku mirina bêwext hewqas nêzî meye…?

17-09-2016, Stenbol:
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?