A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sezai Karakoç - Monna Rosa (Evîn û Çile)
192 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sezai Karakoç - Monna Rosa (Evîn û Çile)

mona roza gulên reş, gulên sipî
gulên geyveyê û nivînê sipî
çûkê perşikestî rehmet divê
ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe
mona roza gulên reş, gulên sipî

dengê wawîkan tê li hember heyvê
bi tirs dinihêrin kîvroşk li çiyê
mona roza îro ez ne l’ser xwe me
baran xwehir xwehir xwe l’axê dixe
dengê wawîkan tê li hember heyvê

şibakê veneke, perdeyan bigre
mona roza xwe ji ber min veşêre
awirek te besî mirina min e
famke mona roza dîntiya min e
şibakê veneke, perdeyan bigre

darên zeytûnê û siya bihîkê
bi min derdikevin roniya tavê
hungulîska nîşanê, dengê derîkî
te tînin bîra min ji her alîkî
darên zeytûnê û siya bihîkê

sosin di tenhayiyê de vedibin
û kulîlkên wehşî tim bi xurûr in
bayê li pişt mûmekê disekine
rihê bê roniyê min dihejîne
sosin di tenhayiyê de vedibin

destên te, destên te û tiliyên te
wek gula hinarê biperçiqînin
jin ji destên xwe tête naskirin
weku di binê behrê de digerin
destên te, destên te û tiliyên te

zeman çiqas zû dibuhure mona
seet duwazdeh e vemrîn lembeyan
raze da ku quling têkevin xewna te
li ezmên nenêre evqas şaş û behitî
zeman çiqas zû dibuhure mona

mexriban tên hertim çûkên hejîran
datînin li bexça te ya hejîran
hin ji wan sipî ne û hinin zer in
ax, bila l’dewsa çûkan min bikujin
mexriban tên hertim çûkên hejîran

ku ez mona roza te peyda dikim
li nava çavên çûkên hejîran
bi jînê tijî dike vê babirkê
ew awirên masûm... li ber avekê
ku ez mona roza te peyda dikim

dilmayî nenêre l’ruwê min roza
hê te nebhîstiye ji min awazan
bi her sazê l’hev nake evîna min
strana herî delal, fîşeng dibêjin
dilmayî nenêre l’ruwê min roza

êdî bawerke j’min keça muhacir
guh bide û qebûlke itirafa min
êşeke sar, êşek xerîb, êşek şîn
alav alav girtiye her aliyê min
êdî bawerke j’min keça muhacir

piştî baranê mezin dibin sinbil
fêkî bi sebrê dighin, çêdibin
rokê li lîliyên çavê min binêr
tuê fêhim bikî mirî çima dijîn
piştî baranê mezin dibin sinbil

bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn
bila cewab bidin vî perrê bi xwîn
perrek ku can dide ku tu bikenî
perrek ku girtiye li şev û rojê
bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn

mona roza gulên reş, gulên sipî
gulên geyveyê û nivînê sipî
çûkê perşikestî rehmet divê
ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe
mona roza gulên reş, gulên sipî

ji Tirkî: Sabah Kara (bi navê mustear: Hozan Oflaz)
ji kovara Nûbihar, hj.13, 10-1993
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê