A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şikoyê Hesen - Kurd im
403 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şikoyê Hesen - Kurd im

Ez hatime xar ji çiyaê hêşîn
Ku bengîne tim ji nûra erşa,
Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn,
Şev û roj distrên û kubar, û şa...

Ez hatime xar çiyaê ser gijik,
Ku por vediçirin bi şeê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.

Û ez bîr nakim eslê xweî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar,
Eger min derd bin, eger min şayî,
Û çiqas min xin birûskê cebar...

Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilintir,
Û ruhê mine kitêba dewra,
Min ew nivîsye bi xûn, bi agir,
Û bi qelema birûskê ewra...

Tilbîs, 1967
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?