A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Silêman Azer - Bînek e Kevirbarandî
100 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Silêman Azer - Bînek e Kevirbarandî

Jinên westiyayî ji dilbijandinan
radixin mêbûna xwe
sîtava kolanin çandî
bi kurdayetiyê.
şane bi kevirbarandina
rûdêmê cihin
pûç ser tiliyên
bendewariyê.
Têrnebûyî ji hêwîbûna
şînkayiyê
di weşînin bêrîkirinan
aliyin sipartî kêlên bakurê
mexeltî li ser riwê zuhayiyê.
Bi ser hev de tînin
çîrokên cinawer û pîrhevokan
û bi hîmekî ker,
serê berbangên xwe
dixurînin.
Buhûrtî li ser destê
bayekî mijûl,
bi jihevkirina quloçên,
xemgîniyê.
Hîna paye dikin keçîndariya
zerbûyî bi demsalin,
jibîrbûyî bi çavên,
dilsariyê.
Ewin,
comerdin,
bi têrkirina bergorin xilmaş
li ser saldîdeya qelşin,
nalkirî bi piyên,
revokiyê.
Naxwe win kedî dikin fira xwe,
di rêgehên sawê de,
win hîn dikin dilbijandinê
bi belbûna pêsîra
qêrîniyê.
win diyarî xweşkbûnê kirine,
dilmê sîngê kurdejinin
bi guroverbûna
dildariyê.
Di kevandinin serqot de,
win vebûnan distirînin,
ber bi bêçariyê.
win jibîr dikin,
kevirên kevzgirtî,
di herikandina çemin herbilî de
li qeraxên şîrvekirinê.
De rakevin bîstekê,
di ber hilma min de,
da win qar bibin,
li silbûna hênijandinê.
Tengbûne li lêbanînê,
çirên boşeya dilovaniyê.
"ji hêviyane,win,
û ji Axê ne hêvî"
dagirtîne sîberên we,
bi ahengê,
demên xweliyê.
Win şûnmayîna xewrevînê
kelaşek,
di sûravka tayê de,
li ber serê koçgeha,
şevên pakiyê.
Bi dawî dibe,
berê destpêkirinê,
win dişin bipûnin rişma cirîdê.
Ma win lîlandinek bûn...?
di piçûkbûna tûrikê şagirtekî de
ber bi pîneşopên avê de
dişêlan.
û zer pelek bûn di eniya barabûnê de
bi bêjeyê tilûran
didêran.
Cûmek jibîrbûn bûn,
bi gewriya van bakuran ve,
dihêlan.
Serê we yî kojandî,
bi xewnên şevan,
li ser rehnê gêjbûnê,
dixelin.
Keserên tirişbûyî bi lêbarîna
tozika xweziyan,
morîkên şîn bi bejna we ve
dadileqînin.
Di ser re çûn
qelşên hişkbûnan,
ji cendekê cinawirin bizdiyayî,
ji birqîna xwêdana nalînan.
Hîna win
li binavkirinan dilikumin,
û win sibehan
qayil dikin,
bi şevpestên jiberçûnan.

Kevirbarandina:???? ?? ???
Keçîndariya:????- ??? ?????
Saldîdeya:???? ?? ????- ????
Rêgehên:????- ?????
şevpestên:????? ?????
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê