A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîrwan Hecî Berko - Xewnek Sêwî
113 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîrwan Hecî Berko - Xewnek Sêwî

Sîrwan Hecî Berko Di odeyeke hotêlê de li bajarekî biyanî me.
Siya roniyek sor li ser dîwarên odeyê dîlanê dike.
çavên xwe digrim!
Ode winda dibe, ronî winda dibe, hemû tişt winda dibin!
Tiştek namîne! Ne tiştekî dibînim û ne jî dengê tiştekî tê min.
Bêhna te tê min.
Dengê te yê bêdeng bi dizî û bê destûr derbasî guhên min dibe.
Hew ez û te ne!
çavên te, lêvên te, bêhna te ya vevşartî..!

Tistek na live.
Di çavên te yên reş de xwe dibînim çilo te hebmêz dikim... bêdeng!
Maçî lêvên te yên nerm û nazik dikim.
çavên min tên girtin. Winda dibim...
Dengê dilê te... bê dem... bê sînor..

Em dest bi dîlanê dikin... Dîlanek li ser mûzîka bêhna te tev li ya lêvên me.
Bi zorê dengên bahozên payîzî têne me..
Dinya sar eee... lê di hundir de wek agir e!
Lêvên me hîn bi hevre ne, dev ji hev bernadin...
Bê gotin dizanim tu çi dixwazî...
Dîlan germ dibe, dişewite, bi agirê li dora me!

........

Her bi her şewat kêm dibe û....
çavên min vedibin...
Te nabînim!?

Xewn bû?

04.11.2001
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê