A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Tengezarê Marînî - Şêto û Hêlana Berêvarê
176 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Tengezarê Marînî - Şêto û Hêlana Berêvarê

Nûçe
…ji welatê xewnan??? Tenê yek- diyar e jiyan li wir e-! Ji wir ristek ji helbesta xwe bo min rêke…xwe bi ser hev de neqermiçîne, neqûçkan ji xwe nede!
Hîn ji te re maye tu têbigihî!
Wê tu dîtî - behwer be- ew naxwaze te winda bike… ristên wî hizra te ne sîbera te ye.
Hişiyar dibî çavên xwe diperixînî?
- Li wir bûyî, bi nazikî tu himbêzkirî, behwer bike tu li nik wî bûyî….
Li xewnland.
Tenê nûçe ye Tenê yek e..

Ji zû ve di dîwarê wî xaniyê biçûk de di nav kilîtê de payizokekê xwe veşartibû diteyisî, sor û mor
Di rojê de, destek ji xwînê noq bû, xurriya, xiştik û miştek li pêşerojê ketin destê xortekî, diyar bû

Baran, pizrûkên zer, bazinekî kesk, bêdengiya avê, strana şevê dibêje, kelogirî, ez, li ber peravê bendewar li vegera te hêdî jibîr dikim. Sorka spêdê veda, destên min kurt, ez spî _______ Ax, ne yên te ne yê min bûn. Ez li ser hev mam!

Geriyanekê ji dûr ve qîrek da - zarok yariyan dikin, nalînek, li bin sîbera giya, bêdengî, xak û rengê ba, bi tine, ez, li xwe nazîvirim
Dibuhujî, ez bi kurdî dipeyvim
Li ber tiblên te radiket
çûn û hatin, ji hêlanekê,
ma tu ji qirêjê hez dikî?
Rabûyîkirî,
xurha piştguhê te
êşeke şêrîn?
Dawiya te xurh e,
destekî din li ser e,
Dixwazî, li her deverekê be
Li qehwexanê jî lingên xwe vedikî
Li ser mêzê, an li bin?
Dest û lingên xwe ji girêdanê re amade dikî.
Ji lêvên te şehwet dibare
Hîn dixwazî?
Bi destên xwe..
Xwêyeke kevirî.
Binive, gewrika spêdê da der.
Ez dûr im.

Li filmekî evînî ku bi dilê min bû temaşekir: zor e ez evîndarê xwe bim çendî film naskirî be pirr bîneran film baş didît û eger hemî wisa biramiyane ji bo çi girêdan zor e û bo çi evîn ne evîn e çima peyva EVîN hemî nehatiye gotin her kes pê dest pê dike min gelek caran ji xwe pirsî ka bersivê bide nebû ji ber sedemeke pirr hêsan hizrên min hestan derdibirin bersiv ji dev derdikeve tişta dinivîsim yariyeke di serê min de hêminiyê nabînim bê evîn ez bersivê çê dikim ava dikim nabînim ji dîtinên xwe vir û bi hezaran dever gunehkar dikim

Xatirxwestin ne tenê peyveke li ser zar e rewşa mirovekî derdibire.. xatirxwestin daxwaznameyeke ji me ji bo lipaşxwenerînê di wê cara ez tu dijîn de armanceke zelal li ber çavên te û min e
Xatirxwestin hêzê ji me didize ew ya em pêdivî ne daku rêka xwe pê bi dawî bîne ya em tê re peyade ne bilez bi dawî bînin
çendî hêzê ji me werbigire xatirxwestin em hew qas bêhêz dibin
Xatirxwestin dikare hêzê bide
çendî bêhêz bî dixwazî hêza te pitir bî li nehişmendiya xwe vedigerî
Tu û ez û rewşa xwe bi ser hev de tînin

Xatirxwestin..
Xatirxwestin çi peyveke kovandar e dilê min dikole
çavên sar dibêjin min: - tu dê niha bedbext bî
Destek ji peyvan straneke rengê ciwan yê şînê diyar dike
Sorgul mîna xwînê mêraniya min direvênin
Hezar gul awireke qerisî ye
Hestên bêrîkirinê bêdeng in
Deryak ji rondika me di kakilê êşê de
Maçeke kûr cara dawî Sê kevokên spî di ser min re
Peyama aştiyê ne
Silavek bo cara dawî û ya heyhayê...
Taximekî reş li ber min e…
Şîrove
osakavienna
22-10-2024, 00:07:37
I once encountered the harrowing consequences of a cryptocurrency scam, which plunged me into a deep sense of despair. I can attest, from personal experience, that it is truly a nightmare. My investment, a substantial sum in Ethereum, was effectively held hostage by an online investment platform. I had anticipated significant returns; however, I was oblivious to the impending distressing experience. As time progressed, my initial excitement morphed into anguish upon realizing that the platform I had trusted was nothing more than a cleverly devised scheme aimed at defrauding unsuspecting individuals passionate about the cryptocurrency market, leaving us feeling exposed, deceived, and hard to trust again. I discovered CYBERGENIEHACKPRO upon embarking on a money recovery journey, a team of experts specializing in asset recovery, dedicated to assisting victims in tracing and reclaiming their misappropriated funds. The process of recovering my lost Ethereum seemed daunting, as I had previously read that cryptocurrency transactions are untraceable and irretrievable. However, CYBERGENIEHACKPRO has proven this notion to be incorrect. Although the recovery process was intricate, I was elated to learn that my lost assets had been successfully retrieved. To anyone who may find themselves in a similar unfortunate situation, I strongly urge you to maintain hope and seek out CYBERGENIEHACKPRO through a Google search. I recommend contacting C Y B E R G E N I E (@) C Y B E R S E R V I C E S (.) C O M for valuable money recovery advice. Their private website can be found at ~ https ://cyber-genie-hackpro. info/ ~.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?