A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer
8054 Xwendin
23 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer

ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes, ji te hez dikim
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
li cihekî dûr im, her der çiya
di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê.
ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye.
min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû.
bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê
min hemû tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma.
bila di bîra te de be.
xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên.
baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso.
ji cihên pirr dûr têm anha
mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te
mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te.
tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te.
xewnên hişk. helbestên giran
û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me

mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim
mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim

ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes
ji bo ronahiya şevên te
xewnên herî zelal dixim paxila xwe.
kulîlkên xerabiyê diqurmiçînim, xerab nîn im, min effû bike
min zêde ji beybunan hez kir.
bi rastî tu were
ezê gula biçînim ewê beybûn ji me hez bikin,
em ê çîroka bêjin ewê şev ji me hez bikin
kirîvê emê ji hev hez bikin ewê xalên me
çemê çetelê di navbera me de biherikînin

mînak; li ser me wê tiştên bîyanî bê gotin
mînak; wê di replikek tirkî de çîroka me nîvco bihêlin
li min baş binêre delalê, rûyê min ji erdnîgariya xwînê pêk hatiye.
dîmenekim ji kurdistana me. bêhna sêvek qaçax im,
li amudê filîmek herî tirajîk im, li min baş binêre.

rojê li ser çar birînê xezalekê dinalim,
şevê çar carî destê xwe bi deyn didim kujêrên heftrengan
mehê çar carî dilê xwe bi deyn didim evîndaran
kilamên min nemaye qîzê
min hemû gotinên xweş diyarî hatine te kiriye.

ez yanî rastî ez ne ji wan kesanim,
rehên min qusîyaye û di bêdengîyeke gulî de hatiye
dadiwerivandin dengê min. ji deştan hez nakim, zêde rastin.
di destanên xwe de jî agirê vêketî venamirînin
û heta niha bi tu lehengî re xayin neketime.
li vir ji kesên ku qet nayên hez kirin hez dikim.
li vir li cihên tarî û girtî digerim.

mînak; meytekî wenda me di rêya azadiya binefşan de.
mînak; xezalek sebixwe me di daristanên mirinê de.

ez yanî carna bi solên mezin gavên qedexe davêjim sînorê
hezkirina porê te, sûreyên bihûştê li ser dojeha pişta te dibêjim
û dibêjim divê hinek sûre qet neyên fêmkirin ji bo selametîya xwedê.
û şevê li her çar birînên dîlokê mikur têm.
piştî veqetandina payîzekê li peyva vedigerim dîsa.
û dibêjim; deynê çavên te li hezkirinên min heye.
divê ji berîyên te dûr bikevim

ez yanî yek ji wan kesên xêrnedî.
van rojan bi pirranî li êşê dixebitim
van rojan bi pirranî li êşê û dînbûnê dixebitim.

mînak; dil didim goristaneke dirinde
mînak; dibim berbejna janeka zirav
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?