A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
HEVPEYVÎN - Salih Kevirbirî Ji Goran Haco Dipirse

Helbestvan Goran Haco:

 

'Xwendina bi kurdî her diçe zêdetir dibe'*

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

Goran Haco, wekî ji nav jî diyar dibe ji Mala Haco û kurmamê hunermend Ciwan Haco ye. Bi salan e ku li Norwecê dijî. Her çiqas gelek helbestên wî yên xweş ji hêla Ciwan ve wekî stran hatibin xwendin jî, ew xwe wekî helbestvan nabîne.

 

Li Norwecê yek ji berpirsên 'Pirtûkxaneya Deîchmanskeyê' beşa 'Pirzimanî li derveyî zimanên norwecî' ye. Ji ber ku di wê beşê de berpirsê beşa pirtûkên bi tirkî ye jî, ji bo ku zimanê tirkî hîn bibe li Stenbolê dikeve dersên tirkî.

 

Goran Haco li ser pirtûkxanevanî, rewşa kurdên li Norwecê, bi giştî rewşa xwendin û edebiyata kurdî, helbestên wî yên ku Ciwan Haco xwendine û helbestvaniya wî pirsên me bersivandin.

 

******

 

-Pirseke klasîk e lê dixwazim hîn bibim, Goran Haco kî ye?

Ez ji kurdên Başûrê Biçûk im. Di sala 1958'an de li gundê Dirbêspiyê ya Qamîşloyê ji dayik bûme. Ev 15 sal in ku li paytexta Norwec Osloyê dijîm. Heta sala 1974'an ango heta ku min xwendina lîseyê qedand, ez li Qamîşloyê bûm. Piştre ji bo xwendina xwe ya bilind ez çûm Helebê û min li wir Fakulteya Endezyariya Elektrîkê xwend. Piştî çûyîna leşkeriyê, bi qasî du salan li Dirbêspiyê di Daîreya Elektrîkê de xebitîm. Di dawiya sala 1985'an de jî derbasî Ewropa welatê Norwecê bûm.

 

-Te got ev 15 sal in ku ez derbasî Norwecê bûme. Gelo çi bû sedem ku tu ji axa bav û bapîran veqetiyayî?

Rewşa piraniya gelê me ku ji welatê xwe dûr dikeve çi be, rewşa min ji ya wan ne cudatir e. Hinekî jî nebûna derfet û îmkanan bû sedem ku em îro di welatên Ewropayê re derketin. Bi kurtasî hinek sedemên din hene ku ne hewce ye, mirov darijîne ser kaxizê.

 

-Çûn û hatina te ji bo welat heye gelo?

Belê, belê! Ev çend sal in ku bi hêsanî diçim welêt û têm. Heyf û mixabin piştî ku ez bûm hemwelatiyê Norwecê, ev hêsanîbûna ji bo çûn û hatina welat pêk hat. Dil dixwaze ku çûn û hatina welat, wekî ku li seranserê cîhanê mafê herî sereke û xwezayî ye, ji bo me kurdan jî tiştekî ji rêzê be.

 

-Baş e Kek Goran, tu li Norwecê karê pirtûkxanevaniyê dikî. Tu dikarî hinekî behsa vê yekê bikî?

Di destpêka hatina min a Norwecê de karê pirtûk û pirtûkxanevaniyê ne di bîra min de bû jî. Wekî min di destpêkê de jî got, min li welat Zanîngeha Endezyariya Elektrîkê qedandibû. Li Norwecê min xwest ku vî karî bikim, lê mixabin ji ber gelek sedeman demeke dirêj min derfet nedît ku karê endezyariya elektrîkê bikim. Ya rastî ev bû ku baweriya kesî bi dîplome û xwendina welatê Sûrî tunebû, lewre jî ez di pirtûkxaneyekê de bi qasî du salan xebitîm. Ev karê min, bû sedem ku ez bi awayekî profesyoneltir karê pirtûk û pirtûkxanevaniyê pêk bînim. Lewre min qeyda xwe li Fakulteya Pirtûkxanevaniyê Beşa înformasyon û pirtûkxanegeriyê kir û sê salan min xwend. Piştî qedandina vê dibistanê li bajarê Osloyê yekser li 'Deîchmanske Bîblîotekê (Pirtûkxaneya Deîchmanske) ku mezintirîn pirtûkxaneya Norwecê ye, kar ji bo min hate peydakirin. 14 şaxên wê li derdora bajêr hene û bi otobûsê jî karê pirtûkxanevaniyê bi awayekî seyar (mobîl) tê kirin.

 

Deîchmanske Bîblîotek, baş nayê bîra min kîjan sal e lê di salên 1800'î de ji hêla Karl Daîchmanske ve hatiye avakirin. Lewre jî navê wî li pirtûkxaneyê hatiye danîn. Piştî wî ciwamêrî, karê pirtûkxaneyê ji awayê şexsî derket û kete destê dewletê. Niha ev pirtûkxaneya navborî girêdayî Belediyeya Osloyê ye. Fînanseya wê ji hêla belediyeyê ve tê kirin û karmendên wê jî wekî karmendên belediyeyê têne hesibandin.

 

-Tu bi xwe li pirtûkxaneyê yek ji wezîfedar û berpirsê 'Beşa Zimanên li Derveyî Norwecî' yî. Tu dixwazî, hinekî jî behsa vê yekê bike....

Belê, ezê bihatama ser wê yekê. Pirtûkxaneya Osloyê beriya her tiştî wezîfe û karê ku dike, bêpere dike. Tevahiya hemwelatiyên Norwecê; çi norwecî, çi tirk, ereb û kurd dikarin werin pirtûkan bixwînin, agahiyên înformasyonî ji kompîtûran hildin û pirtûkan ji xwe re bibin malê û piştre bînin. Ev maf, di zagona bingehîn de hatiye eşkerekirin ku tu kes nikare vê yekê binpê bike.

 

Ji ber ku Pirtûkxaneya Deîchmanske, mezintirîn pirtûkxane ye li Norwecê, bêguman barên giran jî hildaye ser milên xwe. Yek ji wan baran jî ew e ku pirtûkan bi zimanê cuda yên biyaniyan peyda bike û bike ku her kes jê haydar be. Lewre jî di nav pirtûkxaneyê de beşeke taybet hatiye avakirin ku navê wê "Beşa pirzimanî li derveyî zimanên norwecî û medreseyan (The Multîlîngual Lîbrary)" e. Gava em dibêjin, 'li derveyî zimanên norwecî û medreseyî, em behsa zimanên îngilîzî, fransizî almanî û îtalî dikin. Ev zimanên ku me jimartin ne tê de, hejmara zimanên ku îro di pirtûkxaneya me de têne temsîlkirin 37 in. Ez bi xwe di nav vê beşê de, berpirsê beşa 'kurdî-tirkî-erebî û polonî' me. Wekî din, ji bilî van zimanan, li Oslo û li tevahiya Norwecê çiqas niştecih hebin, bi zimanên wan pirtûk li pirtûkxaneyê mewcûd in.

 

-Baş e, gelo cihê zimanê kurdî û pirtûkên kurdî li pirtûkxaneyê li ku ye? Eleqeya li ser pirtûkên kurdî çawa ye. Hemû bi kurdî ne, an li ser kurdan in, lê bi zimanên din in?

Ji ber ku ziman beş bi beş hatine terxankirin, pirtûkên di beşa kurdî de hemû bi zimanê kurdî ne. Heger pirtûkek li ser kurdan be, kurdan bi xwe nivîsî be lê bi zimanê tirkî be, wê çaxê ew pirtûk wê li beşa tirkî be, ez dixwazim bibêjim ku zimanê kurdî, îro yek ji wan zimanan e ku ji zimanên mezin ê pirtûkxaneyê tê hesibandin. Îro wekî nav, raserî 2000 cureyên pirtûkên kurdî li pirtûkxaneyê hene ku ji her pirtûkê 3-4 heb in. Cihê şanazî û serbilindiyê ye ku ez bibêjim, bi qasî 3 sal in ku li wir kar dikim. Hejmara kesên ku pirtûkên kurdî dixwînin, sal bi sal zêdetir dibe. Carinan dem çêdibe ku em pirtûkekê jî di refikên xwe de nabînin. Hemû li derve ne, kurdan birine malên xwe, da ku bixwînin. Salê bi kêmanî 4 hezar pirtûkên bi kurdî ji pirtûkxaneyê têne wergirtin. Kesên ku li nava pirtûkxaneyê dixwînin, agahiya me ji rêjeya wan tuneye, ji ber ku ew nayên qeydkirin. Lê mixabin, bi giştî rewşa kurdan di warê xwendinê de wilo ne baş e.....

 

-Norwecî dixwînin? Navbera wan û pirtûkan çawa ye?

Belê çawa! Ez ne şaş bim, li gorî îstatîstîkekê norwecî, di rûyê cîhanê de kesên ku herî zêde dixwînin, norwecî bi xwe ne. Ji bilî ku pirtûkan ji pirtûkxaneyan bi demdemî dibin malên xwe, dikirin jî. Dîsa li gorî lêkolîn û îstatîstîkan, hejmara pirtûkên ku li vî welatî têne kirîn û firotin, ji hejmara kesên ku li vî welatî dijîn, zêdetir e. Ev yek cihê şanazî û serbilindiyê ye. Bi rastî ez wekî pirtûkxanevan gelekî bi vê yekê kêfxweş im....

 

-Li ser navê kurdan jî xemgîn î, ne wisa?

Mixabin erê! Xwezî kurd jî bi vî awayî bûna. Lê rewşa kurdan jî diyar û berbiçav e. Sedemên vê yekê jî helbet hene.

 

-Nifûsa Norwecê bi giştî çiqas e. Hejmara kurdên li wir çiqas e, cara yekem kengî hatine wir?

Nifûsa Norwecê bi qasî 4 milyon û nîvan e. Piştî norweciyan, texmîn dikim an swêdî an jî hejmara denîmarkiyan zêde ye. Lê ji welatên cîhana sêyemîn jî bi dehan nîjad û gel hene. Di vê beşê de, pakîstanî bilindtirîn rêjeyê temsîl dikin. Piştî wan jî, ji welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ku piraniya wan kurd in, tên. Ji ber ku her kurdek li ser yek ji van dewletan tê hesibandin, mixabin bi awayekî fermî nayê zanîn bê ka çiqas kurd hene. Lê bi awayekî elebazarkî tê texmînkirin ku hejmara wan zêdetirî 10 hezarî ye. Kurd ji her parçeyê welat hatine. Lê zêdetir, bakurî ne. Di demên dawîn de, ji Başûrê Mezin hejmareke mezin ciwanên kurd hatin Norwecê. Hatina kurdan ji bo Norwecê destpêka salên 1970'yî ye. Piraniya kurdan ji bo kar û xebata aborî hatibûn. Kurd û tirk bi hev re hatine Norwecê.

 

-Ev demeke ku tu li Stenbolê yî. Sedema hatina te bi karê pirtûkxanevaniyê ve girêdayî ye an na?

Wekî min berê jî got, li pirtûkxaneyê ez li beşa pirtûkên bi zimanê kurdî, tirkî, erebî û polonî mêze dikim. Lewre jî divê ez der barê van zimanan de xwedî agahî bim û van zimanan baş bizanibim. Jixwe ez kurdî û erebî baş dizanim. Li wir tirkî û polonî dimîne. Ji ber vê yekê jî hatina min a ji bo Tirkiyeyê ji bo hînbûna zimanê tirkî ye. Niha ez li Stenbolê di dersxaneyeke taybet de dersên zimanê tirkî dibînim.

 

Sedemeke din a hatina min jî, xwesteka agahdarbûna li ser çand, huner û edebiyata kurdî ye. Li hêla din jî li Stenbolê bi gelek weşanxaneyên tirk û kurdan re ketim nava têkilî û dan û standinan. Ez bi xwe ji hêla pirtûkxaneyê ve hatime wezîfedarkirin û şandin.

 

-Çavdêriyên te yên li Stenbolê jî tê de, tu rewşa edebiyat û nivîskariya kurdî di asteke çawa de dibînî?

Ez ne wêjenas im û bi rastî jî ev mijareke gelekî mezin û berfireh e. Lewre jî ez naxwazim di vî warî de mijûl bibim. Lê heger tu israr bikî, bibêjî îlahî divê tu hin tiştan bibêjî, ez hez dikim bibêjim ku di wêjeya me de, beşa kurmancî gelekî qels û lawaz e. Carinan salek derbas dibe, pênc romanên kurdî bi dest nakevin. Ji gelekî ku ji 40 milyon kesî pêk tê re, pênc roman bêguman cihê xemgîniyê ye. Rast e rewş xerab e, lê di van salên dawîn de tê dîtin ku hindik hindik be jî, rewş ber bi başiyê ve diçe.

 

-Em werin ser helbestvaniya te. Ji bo Goran Haco helbest tê çi wateyê. Ji kengê ve tu dinivîsî. Kesên ku li pismamê te Ciwan Haco guhdarî dikin, navê te ji nêz ve dinasin. Ji ber ku Ciwan gelek helbestên te ku yek ji wan 'Generalê Tirsonek' e, wekî stran xwendine. Helbestên te ji bilî Ciwan Haco, ji hêla kê ve wekî stran hatin xwendin?

Navê helbestvaniyê navekî giran û mezin e. Ez xwe wekî helbestvan nabînim. Lê min çend helbest nivîsîne ez wê jî înkar nakim. Helbestên ku min nivîsîne jî, wekî te got, ji hêla Ciwan ve hatine strandin. Heger tu bixwazî ez navên çend ji wan helbestan bidim ev in: "Generalekî tirsonek", "Diyalog", "Bera xeynî min bistrên" û çendên din jî ku Ciwan di kasetên xwe yên kevn de gotine mirov dikare lê zêde bike. Ez bi xwe ji van helbestên xwe ne razî me û heta ji min tê ez dixwazim xwe ji wan dûr bikim. Wekî ku destpêka her helbestvanî heye, ev jî destpêka min bû û hê jî ev destpêk ji bo min xilas nebûye. Bi tenê ev helbest bi riya Ciwan hatine belavkirin. Ne wekî pirtûk û ne jî di kovar û rojnameyan de çap bûne. Jixwe niyeteke min a wisa jî nîn e.

 

-Me got helbest ji bo te çi îfade dike. Diyar e ku tu zêde serê xwe bi helbestan re naêşînî û wekî ku tu jî dibêjî, tu ji wan ne qayil î. Lê helbestên navborî jî ne helbestên xerab bûn... Helbest ji bo te hobî ye çi ye?

 

Helbest, ji bo her kesî tiştekî îfade dike. Lê ew helbestên ku min di wextê xwe de nivîsîn, beriya her tiştî pêwîstiyeke demê bû.

 

-Di gotûbêjekê de te diyar kir ku di destpêka sedsalê de di navbera entelektueliya kurdî û entelektueliya tirkî de zêde ferq tunebûye. Gelo tu îro entelektueliya kurdî çawa dinirxînî?

Belê, pirs li ser lêxwedîderketina zimanê kurdî bû. Behsa vê yekê jî hate kirin. Beriya sedsalê û di destpêka sedsala borî de bi rastî jî zêde ferq di navbera entelektueliya kurdî û tirkî de tunebû. Ji ber ku îro ew ferq di navbera me de firehtir bûye, bareke giran ketiye ser milên me ku em kelepora xwe, zimanê xwe, çanda xwe ji xilasbûn û tunebûnê rizgar bikin û bi pêş ve bibin. Roj bi roj ew ferq jî mezintir dibe. Sedema vê yekê jî bêguman nebûna dewleta kurdan û pêşketina dinyayê ye. Navgînên ragihandinê û pêşketinên teknolojîk jî di vî warî de girîng in. Ji ber ku gava hêlek teknolojiyê heta dawiyê bi kar bîne, wê ji kesê ku bi kar neyîne pêşketîtir û xurtir be. Entelektuelî jî ji vê yekê ne dûr e.

 

Em behsa tirk û kurdan dikin. Li holê îro du çand hene. Yek ji wan serdest e, ya din bindest e. ‚anda serdest, bi qest û mexsûs dixwaze çanda bindest winda bike. Yek ji wan tim di bin tehdîdê de ye û aliyên ku xwe lê bipêçe jî nîn e. Berevajî vê yekê, îmkan û derfetên di destê çanda serdest de gelekî zêde ne.

 

-Baş e Kekê Goran, tiştê ku tu li gotûbêja me zêde bikî hebin, kerem bike.....

Wexta ku ez hatime baregeha Azadiya Welat, cihek ji wan cihan bû ku li Stenbolê bêhna kurdî jê dihat. Li vir her kes bi kurdî diaxive û her tişt bi kurdî ye. Mirov li vê derê bi dilxweşî li xwe dihese. Di rewşeke gelekî dijwar de karekî pîroz li vir tê kirin. Em wekî kurd û wekî xwendevan bi vê yekê serbilind in. Pêşketinê ji we re dixwazim.

 

 

 

*Ev gotûbêj di sala 2000’î de li Stenbolê hate çêkirin. Goran Haco ji bo serdanekî hatibû Stenbolê. Wê demê min li Rojnameya Azadiya Welat kar dikir. Di serdana Haco bo rojnameyê de, min li ser navê rojnameyê ev pirs jê kirin û gotûbêjeke bi vî rengî derkete holê. Divê bidim zanîn ku ev gotûbêj di heman salî de di Azadiya Welat de hate weşandin. Bêyî ku dest bidim gotûbêjê, ji bo giringiya zimanê kurdî rapêşî dêhn û bala we dikim. (S.K)

**Çavkanîya me: pen-kurd.org, info@pen-kurd.org

 

Dîroka Weşanê: 26 Nîsan 2019 - 11:48:54
Etîket: #goran haco # salihê kevirbirî # hevpeyvîn # xwendin # helbest # heşbesta kurdî #